Dîroka bi hezaran salan a Wanê tê tunekirin 2023-06-29 09:10:22 WAN - Li Wanê avahiyên li bajarê kevin ên xwedî dîroka bi hezaran salan tên texrîbkirin. Dîroknas Hasan Ûmar, anî ziman ku divê bajarê kevin bi lezgînî bê parastin.  Xirbeyên dîrokî yên li qiraxa Keleha Wanê hatine çêkirin û weke “bajarê kevn ê Wanê” tên binavkirin, tên xerakirin. Xirbeyên xwedî dîroka bi hezaran salan ku di serdema Ûrartûyan de hatine avakirin, demekî dirêje di hedefa defînegeran de ne. Defîneger bi kolandinê gelek cih texrîb kirine. Ji bilî defînegeran gelek qadên ku xirbeyên dîrokî lê hene weke govê tên bikaranîn. Dîroknas Hasan Ûmar, destnîşan kir ku divê bajarê kevin bi lezgînî bê parastin.    MÎRATEYE MEZIN NAYÊ PARASTIN      Ûmar, bal kişand ku dîroka bajarê kevin vedigere salên 800’î yên beriya zayînê û destnîşan kir ku avahiyên ku heta niha li ser piyan mane mîrateyeke mezin e. Ûmar diyar kir ku nirxên ku Urartûyan li gelek deveran ji xebatên zinaran heta madenvanî û karên destan hiştine nehatine parastin û qala daneheviya dîrokî ya Wanê kir. Ûmar, axaftina xwe wiha domand: “Daneheviya dîrokî ji bo mirovahiyê tê wateya kortan. Mirovahî li nirxên xwe yên dîroî, li çanda xwe û nirxên xwe xwedî derdikeve. Ji ber vê yekê dema em li dîroka dewletên cîhanê dinêrin, li her derê cîhanê ev kom xwedî li nirxan derketine, parastine û ji mirovahiyê re dane nasîn. Weke wê serdemê divê li Wanê jî bi vî awayî xwedî derketinek hebe.”   ÇANDA KU TÊ XWESTIN BÊ TUNEKIRIN     Ûmar, bal kişand ku bajarên rojavayê Tirkiyeyê hemû berhem û bajarên kevin tên parastin û restorekirin û wiha got: “Girîngî nedayîna Wanê hinek pirsenîşana têxe serê mirov. Nivîs li vir e, ziman li vir e, karên destan û danehev hemû li vir in. Kurtasî heke xwedî li vî bajarî bê derketin, dikarin tûristên cîhanê bikişînin vir. Divê bajarê kevin ku weke qada SÎT’ê hatiye îlankirin bê parastin. Heke qada SÎT bê îlankirin û di fîîliyatê de berovajiyê vê bê kirin wê demê tu vê dîrokê weke dîroka xwe nabînî. Tu di fikira ‘Ez ji herêmeke biyanî hatim, min ev ax dagir kiriye, ji ber vê yekê divê ez şaristaniya heyî ji holê rakim û bidim îspatkirin ku ev ax ya min e’ de yî. Hêzên serwer dixwazin herêmên dagir kirine û çanda wan tune bikin. Heke qaçaxvan bikevin wir, kolanên qaçax bikin û li wir avahiyên heyî neyê parastin wê demê armanc tunekirina wê çandê ye.”   Ûmar, bi lêv kir ku divê xwedî li çand û dîrokê bê derketin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê teqez xwedî li çandeke wiha dîrokî bê derketin. Kîjan kom bibe bila bibe çand mîrateya hevpar a mirovahiyê ne. Ji ber vê yekê di bin gotina ‘ev çand ne çanda min e’ de ji holê rakirina çand tê wateya mirov bivir li lingê xwe bide. Divê dest ji vê nêzîkatiyê bê berdan û Keleha Wanê û avahiyên li wir bên parastin.”