Li Îranê bagera tozê: Hezar û 191 kes rakirin nexweşxaneyê 2023-06-29 10:16:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Ev 6 roj in li Îranê bagera tozê heye û bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike. Heta niha hezar û 191 kes rakirine nexweşxaneyê û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.    Li bajarên Zabul, Zehek, Hamun, Hirmend û Nimruz ên Eyaleta Belucistan a Îranê ji ber bagera tozê di nava 6 rojan de herî kêm hezar û 191 kes rakirin nexweşxane û navendên tipê.    Hat zanîn ku ji welatiyên rakirin nexweşxaneyê hezar û 19 jê li ser pêyan hatin tedawîkirin û li malên wan hatin vegerandin û tedawiya 171 kesan jî didome. Hat ragihandin ku welatiyekî jî ji ber bagera tozê jiyana xwe ji dest daye.