Rewşa Er û Dag roj bi roj girantir dibe 2023-06-29 11:09:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Mazlum Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin, li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Grev di roja 43’yan de didome û rewşa Dag û Er her ku diçe girantir dibe.    Di 17’ê tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş pêk hat. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan jiyana xwe ji dest dan. Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi sedema vê êrişê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin. Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê heta niha bi binpêkirina mafên wan timî di rojevê de ne. Dag û Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên bi yektîpî di 18’ê gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 43’yan de didome.   Hêjayî gotinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û îşkenceyê di 28’ê îlona 2022’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn. Her wiha herdu girtî di 13’ê sibata 2022’yan de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayîn ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû. Ji ber ku binpêkirin domiyan, Dag û Er di 18’ê gulanê de dîsa dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin.   MAMÊ ER BANG KIR    Mamê Abdurrahman Er, Necmettîn Er têkildarî mijarê bi ANF’ê re axivî û got ku rewşa biraziyê wî û Dag roj bi roj girantir dibe. Er, wiha got: “Di tecrîdeke giran de ne. Em nikarin yekser pê re peywendiyan deynin. Em li ser hevalekî li Wargeha Mexmûrê agahiyan jê digirin. Li gorî agahiyên gihiştin me, rewşa biraziyê min gelek krîtîk e. Pirsgirêka biraziyê min a şekirê heye. Weke malbat, gelek fikarên me hene. Zêdetirî 20 kîloyan zeîf bûye. Rewşa Mazlum hinek baştir e. Divê B1’ê bidin wan lê nadin. Mirov dikare bibêje ku di rojiya mirinê de ne. Bi rêk û pêk agahî ji me re nayên. Me parêzerk şand lê encamek jê derneket. Em nikarin xwe bigihînin tu rayedaran. Rewşa wan a tenduristiyê di astekî krîtîk de ye. Li gorî agahiyên dawî, biraziyê min nikare rabe ser pêyan jî. Di serî de raya giştî ya kurd, banga min ji bo hemû kesên li gel mafên mirovan ew e ku xwedî li van ciwanan derkevin. Divê em xwedî li van her du ciwanên xwe derkevin.”