ROJEVA 30'YE HEZÎRANA 2023'YAN 2023-06-30 09:00:13       * Parêzer Ahmet Baran Çelîk diyar kir ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktorekî girîng e û wiha got: “Heke îro çareseriyek bê xwestin divê qenalên têkiliyê ji Abdullah Ocalan re bên vekirin.”   * Hevseroka MA TUHAY-DER’ê Dîlek Sonmez Demîr, destnîşan kir ku di bingeha binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tecrîd heye û wiha got: “Heke em di nava piştevaniyê de bin em dikarin bi piştevaniyê hem tecrîda li ser Abdullah Ocalan hem jî tecrîda li girtîgehan bişikînin.”   * Rojnamevan Şilêr Gûran anî ziman ku felsefeya “Jin jiyan azadî” ji gelên Îranê re bûye ronahî û bi lêv kir ku guhertinên rejîmê yên di “Qanûna Xêlî û Îfetê” de nikarin bandorê li têkoşîna jinan bikin.    * Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Serhat Eren bêdengiya mûxalefetê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê rexne kir û wiha got: “Bêhediya AKP’ê ji ber bêcesaretiya mûxalefetê ya nekirina siyasetê ye.”   * Ligel germbûna hewayî hin koçerên ku bi hev re dest bi rêwitiyê kirin gihiştin zozanên hênik ên Mûşê. Koçer Atîfe Tûghan wiha got: “Ev kevneşopiyeke û em dixwazin vê bidomînin.”   * Gundê Nevava bi sala ye bi hinceta “ewlehiyê” ji şêniyên wê re hatiye qedexekirin lê lêgerîna komirê ya li gund didome. Şêniyên gund bertek nîşan dan û xwestin ku qedexe were rakirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 830’yemîn de berdewam bike.    * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re dê li navçeyên Erdîşê, Bêgirî û Ebexê (Payîzaxa) dê serdana xelkê bikin û cejna wan pîroz bikin. (10.00-15.00)