Gundê Nêvavayê ji şêniyan re qedexe ji bo yên li komirê digerin serbest e! 2023-06-30 09:03:14 ŞIRNEX - Gundê Nevava bi sala ye bi hinceta “ewlehiyê” ji şêniyên wê re hatiye qedexekirin lê lêgerîna komirê ya li gund didome. Şêniyên gund bertek nîşan dan û xwestin ku qedexe were rakirin.    Dewleta tirk di salên 90’î de li Kurdistanê bi hezaran gund şewitandin û şêniyên wê koçber kir. Polîtîkaya valakirina gundan îro jî bi rêbazên cuda tê meşandin. Yek ji wan rêbazan jî “Herêma ewlekariya taybet e.” Botan yek ji wan herêma ye ku rastî zextekî giran ê van polîtîkayan tê. Yek ji gundê rastî vê sepanê tê jî gundê Nêvava yê Şirnexê ye ku li quntarê Çiyayê Cûdî ye. Di bin navê “Ewlekariyê” de destûr nayê dayîn ku şêniyên gund bikevin gundê xwe. Lê gund ji bo kesên li komirê digerin serbest e. Welatî, ji bo çûna gundê xwe ewil destûrê ji walîtiyê digirin, piştre ji noqteya kontrolê re derbas dibin û di navbera saetên leşkeran diyar kirin de jî ji gund derdikevin.    Ji ber komirê, di demên berê de Gundikremo hatibû îstîmlaqkirin û niha jî dixwazin heman tiştî li gundê Nêvavayê bikin. Şêniyên gund jî bibertek in û dibêjin êdî dixwazin li gundê xwe bijîn.     ‘EM NE MECBÛRÎ VÊ DEWLETÊ BÛN’    Ji gundiyan Nûriye Bîlîr (50) diyar kir ku bi sala ye çûna wan a gund bi awayeke keyfî tê astengkirin û wiha got: “Heta em destûrê ji walîtiyê negirin nikarin biçin gundê xwe. Em nikarin bi rehetî biçin gund. Zeviyên me, rezên me hene. Her tiştê me li wir e. Divê serê her malê bi kesekî re kaxiza destûrê hebe. Ev bû 20 sal hêj em bi rehetî neçûne gundê xwe. Dehl û darên me hene lê ji ber ku em nikarin biçin, ajal dixwin. Ev jî zilmeke ku li kurdan tê kirin. Divê ev zilm nebe. Em ji gundê me kirin. Jiyana me ya gund xweş bû, çêtir bû. Pezê me, rezên me, zeviyên me hebûn. Her tiştê me hebû. Me tiştekî vê dewletê nedikirî û mecbûrî wê nebûn. Em dixwazin vegerin gundê xwe û berdestî dewletê nebin.”    EV SÊ SAL IN ÎSTÎMLAQKIRINA GUND TÊ NÎQAŞKIRIN   Bi domdarî Bîlîr da zanîn ku li gundê wan li komirê digerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gundê me ji bo kesên li komir û madenan digerin serbest e. Tiştekî ji wan re nabêjin. Ji cerdevan û axayan re jî serbest e. Lê ji me re qedexe ye. Heqê me jî heye. Ew der axa me ye. Ev sê sal in dibêjin dê gundê me bê îstîmlaqkirin. Ne diyar e lê îxtîmal heye ku gundê me jî weke Gundikremo bikin. Em daxwaza gundê xwe dikin. Bila bes vê zilmê li me bikin, em vê zilmê qebûl nakin. Êdî bes e.”    ‘JI WAN RE SERBEST E LÊ JI ME RE QEDEXE YE’   Ji şeniyên gund Xanim Goren (72) jî bi lêv kir ku çûna gund ji wan re bûye îşkence û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gundê me hate şewitandin û ev 27 sal in em ji wir derketine. Me cerdevanî qebûl nekir û em revîn. Me tiştek bi xwe re ne anî. Ev sê sal in ez naçim gund. Heta ku destûr nedin kesek nikare bikeve gund. 6-7 rezên me hene lê ji ber qedexeye em nawêrin biçin. Ev çend care em dixwazin biçin lê hikûmet nahêle. Heke gundê me serbest bûya em li vir nediman. Gundê me xweş bû. Ji wan re serbest e lê ji me re qedexe ye. Ev zilm e. Ma heke ev zilm nebe wê demê çi ye?”   ‘EW KENGÎ BIXWAZIN DIÇIN Û DERDIKEVIN’   Şêniyê bi navê Mûrat Oktar jî bertek nîşanî qedexeya li ser gund da û wiha got: “Di sala 93’yan de gundê me hilweşandin. Ev 15 sal in em bi destûrê dikevin gund. Heta ku kaxizên destûrê nebin tu kes nikare bikeve gund. Ji me re dibêjin; ‘Li nava gund jî hûn li ku bimînin divê hûn cihê xwe ji me re bibêjin.’ Her wiha saetên hatin û çûnê hene. Heke hûn saet di 5’an de derkevin, wê demê bi saetan we didin sekinandin. Ji GBT’ê re derbas dikin û wêneyên plakayan dikişînin. Rewşa me gelek zehmet e. Em jî dixwazin ku weke rojavayê Tirkiyeyê bi serbestî biçin gundên xwe. Gund ji bo lêgerîna komirê serbest e. Ew kengî bixwazin diçin gund û kengî jî bixwazin derdikevin. Em dixwazin ev qedexe û sepane bi dawî bibin.”    Ma / Zeynep Durgut