Koçer gihiştin zozanên hênik 2023-06-30 09:04:33 MÛŞ - Ligel germbûna hewayî hin koçerên ku bi hev re dest bi rêwitiyê kirin gihiştin zozanên hênik ên Mûşê. Koçer Atîfe Tûghan wiha got: “Ev kevneşopiyeke û em dixwazin vê bidomînin.”   Koçerên ku di mehên zivistanê de sewalên xwe li navçeyên Şirnex, Riha û Mêrdînê xwedî dikin, bi germbûna hewayî dest bi rêwitiya zozanan kirin û gihiştin zozanên hênik. Hin koçeran sewalên xwe anîn zozanên gundê Qerehemze yê Mûşê ku di sala 1993’yan de hate şewitandin. Koçer piştî ku 3-4 mehan li vir dimînin dîsa dê vegerin navend û navçeyên germ. Malbata Tûghan a ji 20 kesan pêk tê ku derketin zozanên hênik ên Mûşê ji çêkirina xwarin û penîr û heta dotina şîr her karî bi hev re dikin jî yek ji van koçeran e.    ZEHMETIYÊN KOÇERIYÊ    Atîfe Tûghan a 55 salî da zanîn ku ji roja ji dayik bûyî heta niha weke koçeran dijîn û wiha got: “Jiyana me her tim di nava liv û tevgerekê de ye. Malê me milkê me, xaniyê me nîne. Gundekî me û erdekî me nîne. Em zozanên mirovan kirê dikin, pişt re tên konên xwe lê vedidin û debara xwe dikin. Em li her zozanê 4-5 mehan dimînin. Em û zarokên xwe dê heta mirinê jî jiyana xwe wiha bidomînin. Em zarokên xwe ne dişînin dibistanê ne jî hin cihên din. Her tim li cem me ne. Carna em zehmetiyê dikişînin, bi taybetî dema baran dibare em di konan de perîşan dibin. Ji ber van zehmetiyan carna em dest ji koçeriyê berdidin lê heta em vî karî nekin jî nasekinin. Tevî hemû zehmetiyan jî dest jê bernadin.”   Tûghan, da zanîn ku bi dahatên xwe encax dikarin debara xwe bikin, 3 şivanên wan hene û di mehê de 25 hezar lîre didin wan . Tûghan, bi lêv kir ku şivanan ji bo 6 mehan digirin ji xwarina wan heta cihê lê dimînin ew hemû pêdiviyên wan pêşwazî dikin û wiha berdewam kir: “Yekane malê me pezê me ye. Yekane tişte di nava jiyanê de ji me re dimîne ew e ku hewceyî kesê nebin. Zilam pez didoşin û em jin jî karê şîr û penîr dikin. Lê dîsa zilam carnan alîkariya me dikin.”   Tûghan, anî ziman ku berhemên ku hildiberînin li Sêrtê difiroşin banedarekî û wiha axivî: “Em kîloya penîrê xwe bi 75 lîreyan difiroşin. Em nikarin bêjin em qezenc dikin lê têra nanê me dike. Qezencek an jî aliyekî wî yê rehet nîne lê ev bûye pîşeya me. Em ji bapîr û dapîrên xwe ve wiha ne. Êdî berdewamkirina vî karî bûye deynê stûyê me. Ev kevneşopiyeke û em dixwazin vê bidomînin.”   MA / Rûken Polat