Emîne Şenyaşar: Bila kiryarên komkujiyê bên cezakirin 2023-06-30 17:58:09 RIHA - Emîne ŞEnyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne, diyar kir ku 6 cejn in li ber edliyeyê ne û xwest kiryar bên cezakirin. Emîne Şenyaşar ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçepa Pirsûs a Rihayê du kurên wê û hevjînê wê ji aliyê parastvan û xizmên parlemnterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, di 9'ê Adara 2021'ê de tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Edlieyay Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribû. Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar 830 roj in didome. Malbatê Cejna Qurbanê li ber edliyeyê pêşwazî kir.    Dayik Emîne Şenyaşar bilêv kir ku têkoşîna xwe bênavber didomînin û got ku ew 6 cejn in li ber edliyeyê ne. Şenyşarê got: "3 sal in ez têm ber vî dîwarî dibêjim edalet û digirîm. Çima nabînin?" Dayik Şenyşarê xwest ku demildest kiryar bên cezakirin.