ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-01 09:00:15 * Çiyayê Cîlo û Golên Satê ku bi salan e bi hinceta "ewlehiyê" tên qedexekirin, tevî hemû texrîbatên dewletê jî mirov hijmekar dihêlin.   * Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mûşê Sumeyye Boz, bêdengiya li dijî tecrîdê rexne kir û got: "Divê hemû derdor ji bo betalkirina tecrîdê bibin aliyekî zorlêker."    * Li Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, wergirtina karkeran bi "peşkavêtinê" hatiye kirin. Lê kesên li şaredariyê hatine bicihkirin jî rêveberên AKP'î ne.    * Jinan ji bo Peymana Stenbolê destnîşan kirin "Hê ji bo me neqediyaye" û gotin ku dê têkoşîna wan a di warê hiqûqî de bidome.    *Muhsîne Kaya da zanîn ku kurê wê Ridvan Kaya û 5 hevalên wî ku li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê didomînin, midûrê girtîgehê gotiye, “ferman ji jor tê, rewşek têkildarî me nîne.”    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 831’yemîn de berdewam bike.    * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam bikin. (11.00-12.00)    * Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayên xwe bipirsin û kujer bên darizandin dê di hefteya 953'yemîn de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Enqereyê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiyên xwe heftane berdewam bikin. (13.30)