Li Şaredariya Colemêrgê peşkavêtina qeyûm: AKP'î hatin wergirtin 2023-07-01 09:01:13 COLEMÊRG - Li Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, wergirtina karkeran bi "peşkavêtinê" hatiye kirin. Lê kesên li şaredariyê hatine bicihkirin jî rêveberên AKP'î ne.    Şaredariya Colemêrgê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, di meha Hezîranê de bi "peşkavêtinê" 67 kes wergirtin. Lê piraniya eksên hatin wergirtin jî rêveberên AKP'ê yên bajêr û navçeyan e. Di meha HEzîranê de 2 hoteyên arîzeya avê, 8 agirkuj, 3 karker, 2 qesab, 12 personelên buroyê, 35 ajovan, bernamegerekî komputerê û 4 karkerên xizmetên beytariyê hatin wergirtin. Ji kesên hatin girtin hin jê rêveberên AKP'ê yên bajêr in; Cîgira Serokê AKP'ê yê Colemêrgê û Sekretera Giştî ya BAjêr Melek Tatli, Seroka Baskên Jinan a AKP'ê ya Taxa Kiranê Seher Çalli û Cîgirê Serokê Baskên Ciwanan a AKP'a COlemêrgê Azad Yuru jî di nava van kesan de ne.   Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan a Navçeya Navend Sînem Seven, anî ziman ku qeyûm kesên AKP'î li şaredariyê bi cih kiriye. Seven got: "Me di sala 2019'an de şaredariyê bi dest xist. Lê ji ber deynan kesek jî wekî karekar nehat girtin. Lê çawa qeyûm hatin tayinkirin dem bi dem dest bi wergirtina karekarn kir. Îlanên karkeran jî tenê sûkî ne. Gelek ciwan ji bo kar serlêdan kirin lê serlêdanên wan bi hinceta 'ewraq kêm in, ehliyeta ajotinê tune ye' hatin redkirin. Peşkavêtin û lîsteya personelên hatine wergirtin, nîşan dide ku AKP dixwaze gelê bajêr muhtacî xw ebike. Piraniya eksên hatine wergirtin endam û rêevberên AKP'ê ne. Ev nelirêtiya di peşkavêtinê de jî nîşan dide."    Seven bilêv kir ku qeyûm tenê AKP'iyan werdigire û got ku ev jî polîtîkaya "muhtackirinê" ye. Seven wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi vê polîtîkaya qeyûman, li Kurdistanê rêjeya betaliyê her diçe zêdetir dibe. Qeyûm ciwanan betal dihêle û bi vî awayî dixwaze wan muhtacî xwe bike û cerdevantî û notirvaniyê teşwîq dike. Em gelê Colemêrgê û gelê Kurdistanê me çawa bersiva qeyûman dabe, em ê di van hilbijartinan de jî bersiva wan bidin."    MA / Mazlûm Engîndenîz