Bedewiya çiyayên Cîlo û Golên Satê 2023-07-01 09:07:35 COLEMÊRG - Çiyayê Cîlo û Golên Satê ku bi salan e bi hinceta "ewlehiyê" tên qedexekirin, tevî hemû texrîbatên dewletê jî mirov hijmekar dihêlin.   Çiyayên Cîlo û Golên Satê yên li Gever a Colemêrgê, bi salan e bi hinceta "ewlehiyê" tên qedexekirin. Kesên biçin van deveran divê destûrê bigirin û biçin. Lê tevî hemû astengî û qedexeyan jî bi xwezaya xwe û bedewiya xwe mirov heyr û hijmekar dihêlin.  Berfa li van çiyayan ku nahele û klîlkên li lûtkeyên wan, mirov mest dike.      Sûlavên ku bi berf û cemedê çêbûne, cemeda li Golên Satê jî bi heman rengî ne. Şînkahiya li derdorê, bi helandina cemedê re golên ji avên derdorê çêdibin bi dîmena xwe û bi heybeta çiyayên li derdorê heman dîmenê didin der.      Çiyayên Cîloyê ku bi cureyên heywanan jî warekî girîng e, malavoaniya semendera Urmiyeyê, pezkoviyan, xiltên ecemê, gelek minminîkên cuda dike.      Li vê qadê ku kes bêyî destûra walîtî û amîrên mulkî nikare têkevê, bi dîmena xwe û bergeha xwe mirovan mest dikin.    MA / Mazlûm Engîndenîz