ÎHD: Rewşa girtiyên nexweş girantir dibe, girtiyên nexweş berdin 2023-07-01 15:39:01 STENBOL/ENQERE - ÎHD’a Stenbolê û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş Şeyhmus Koç û Suleyman Ayaz bên berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 588’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’a Stenbolê pêk hat û gelek kes tev li çalakiyê bûn.    Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Suleyman Ayaz ê li Girtîgeha Kirşehîrê ya Tîpa S’yê girtî ye.    Rêveberê ÎHD’a Stenbolê Cuneyt Yilmaz daxuyanî xwend.    PERGALA TECRÎDÊ   Yilmaz diyar kir ku li girtîgehan û tevahiya welat binpêkirinên mafan bi zêdebûnê berdewam dikin û bal kişand ser girtina rojnamevan Merdan Yanardag ê ku tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rexne kiribû. Yilmaz da zanîn ku girtina Yanardag tenê ne zextên li ser azadiya raman û derbirînê ye û got: “Girtina Merdan Yanardag di heman demê de hewldana astengkirina agahiyên derbarê tecrîda ku bûye rêbazên îşkenceyê de ye.”   ‘TECRÎDA GIRANKIRÎ LI ÎMRALIYÊ YE’   Yilmaz bal kişand ku bi girtina Yanardag re tecrîd derkete pêş û bi ketina rojeva raya giştî re dest bi nîqaşê kir û destnîşan kir ku modela tecrîdê ya herî giran û nehiqûqî ya di warê sîstema înfazê de li Girtîgeha Îmraliyê li ser Abdullah Ocalan hatiye meşandin.   REWŞA WÎ XERA DIBE    Yilmaz bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Suleyman Ayaz û nexweşiya astimê û helandina hestiyan lê peyda bûye û tevî ku rewşa wî nebaş e jî nayê tedawîkirin û her ku diçe gilî û gazinên wî yên tenduristiya wî zêde dibin. Yilmaz anî ziman ku malbat ji ber sedemên aborî bi hêsanî nikare biçe hevdîtina Suleyman Ayaz.    BANGA BERDANÊ   Yilmaz banga berdana Suleyman Ayaz û hemû girtiyên nexweş kir û xwest berpirsiyar û rayedar ji bo parastina mafê jiyan û tenduristiyê bi wezîfeya xwe rabin.    ENQERE    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Enqereyê di hefteya 460’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Şeyhmus Koç ê li Girtîgeha Espiyeyê ya GÎresûnê ya Tîpa L’yê û bi bîr xist ku Koç ji sala 2016’na ve girtî ye û ew li girtîgehê nexweş ketiye û her ku diçe rewşa wî xera dibe. Turgut anî ziman ku her çiqas malbata wî daxwaza tedawiyê kiribe jî lê rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye, ‘tiştekî ku em bikin tune ye’ û her ku diçe rewşa wî dijwartir dibe. Turgut xwest tedawiya girtiyê nexweş Koç bê kirin û were berdan.