Peykerê Îştarê hat dîtin 2023-07-01 19:31:13     NAVENDA NÛÇEYAN- Li Nimrûdê ku bajarekê kevnare yê asûriyan e, peykereke mezin a ji kevir ku pê xwedawend Îştar li ser hatiye şayesandin, derket holê.     Arkeologên Muzeya Arkeolojî û Antropolojiyê ya Zanîngeha Pennsylvaniayê, bi komeke  kolanê ya Iraqî re xebitî û li Nimrûdê ku bajarekê kevin ê Asûriyan e, peykereke  ji kevir a mezin ku xwedawend Îştar li ser hatiye neqişandin, derxist holê.    Arkeologan, li Nimrûdê ku DAIŞ’ê gelek zirar dayê, gelek tiştên dîrokî derxistine holê.   Di nav tiştên hatine dîtin de, perçeyên peykereke mezin a ji kevir ku xwedawend Îştar li ser hatiye neqişandin jî heye.   Dîrektorê Bernameya Stabîlîzasyonê ya Mîrateya Iraqê û arkeologek ji arkeologên Zanîngeha Pennsylvaniayê Dr. Michael, daxuyanî da, got: "Vê demsalê, tiştê herî mezin ku me dît, perçeyekê kevir e ku xwedawend Îştar li ser hatiye neqişandin."