ROJEVA 2’YÊ TÎRMEHA 2023’YAN 2023-07-02 09:00:10   * Cotkarên Hewagê diyar kirin ku li ser çandiniyê polîtîkayên qirêj tên meşandin, lê belê ew li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin û wiha gotin: "Dixwazin mirovên vê axê muhtacî xwe bikin û yên qebûl nekin jî koçber bikin."    * Îhsan Elîaçik diyar kir ku kapîtalîzm bi destê AKP'ê bi kirasekî dînî tê meşandin û wiha got: "Bi kapîtalîzmê destnimêjê didin girtin, wê rewa dikin û wekî baweriyê pîrozwer nîşan didin."   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 832’yan de bidome.    * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan dê bernameya xwe ya cejnê li navçeyên Elbak, Payîzava û Westanê yên Wanê bidomîne. (09.00-17.00)   * Bi boneya 30’emîn Komkujiya Madimaqê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. (15.00-19.00)    * 7’emîn Kongreya Asayî ya Amedsporê dê li Tesîsên Şehmûs Ozer bê lidarxistin. (16.30)