‘Îktidar ji cotkaran re dibêje yan dê muhtacî min bibin yan jî dê koç bikin' 2023-07-02 09:01:36 RIHA - Cotkarên Hewagê diyar kirin ku li ser çandiniyê polîtîkayên qirêj tên meşandin, lê belê ew li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin û wiha gotin: "Dixwazin mirovên vê axê muhtacî xwe bikin û yên qebûl nekin jî koçber bikin."  Piştî hilbijartinan kûrên dowîzan li ser hev du zêde bûn. Ji ber vê cotkar nikarin zadê xwe bifiroşin. Zêdebûna mesrefan, bihabûna gubre, mazot, bihabûna fiyetê tovan, guherandina avhewayê û li derî çandiniyê bikaranîna zeviyan kirine ku cotkar nikaribin hilberînin. Li gundê Cewsaq ê navçeya Hewag a Rihayê cotkar di van şert û mercan de çandiniyê dikin. Cotkaran anî ziman ku êdî çandinî hatiye asta qedandinê.   250 HEZAR MESREF   Cotkar Vedat Yildirim (30) anî ziman ku di sala 2006'an de di çaçroveya Bendava Ataturkê de av hatiye û çandinî dest pê kiriye. Yildirim destnîşan kir ku ev 15 sal in her ku diçe rewşa çandiniyê xirabtir dibe û wiha domand: "Cotkar ne yek in. Lewma haya wan jî ji hev tune ye. Li vir pirsgirêka kotayê heye. Ji ber ku haya cotkaran ji hev tune ye, ev meseleya kotayê jî dike ku berhemên wan di dest wan de bimîne." Yildirim bilêv kir ku îsal 40 donim zebeş danîne û bal kişand ser mesrefan: "Min bi 140 hezarî şitil kirîn. Min 20 hezar da karkeran. Min 70 hezar da heqê gubre û û min 5 hezar jî da heqê mazotê. Lê zebeş nexweş ketin. Em nikarin pêşî li ber bigirin."    Yildirim destnîşan kir ku her sal cureyên berheman kêm dikin û got ku par pembû çandiiye lê ji ber ku xisiriye îsal şebeş daniye. Yildirim wiha domand: "Berê me pembû, îsot diçand. Her diçe em kêmtir dikin. Me îsal zebeş çand. Ger wiha biçe em ê sala bê tiştekî jî neçînin. Berê mesrefa erdekî 40-50 hezar bû, lê îsal 100-150 hezar e. Kesên em mesrefên we ji wan dikirin jî pereyê xwe pêşin dixwazin. Lê tiştên em diçînin me têr nake. Hemû bar li ser milê cotkaran e."    Yildirim destnîşan kir ku desthilata polîtîkayeke li dijî çandiniyê dimeşîne û ev tişt anî ziman: "Her ku diçe li me tê ferzkirin ku em dest ji çandiniyê berdin. Berê me bi çandiniyê debara xwe dikir, lê niha em nikarin debara xwe bikin. Ciwan daxilî çandiniyê nabin. Gava min nû dest bi çandiniyê kir, nêzî 30 xizmên min çandinî dikirin. Niha em 2-3 kes mane. Xêr di çandiniyê de nemaye." Yildirim da zanîn ku çavkaniyeke debarê ya Rihayê jî fistiq in û got ku lê ji ber guherandina avhewayê fistiq jî kêm bûne. Yildirim wiha pê de çû: "Em zehmetiyê dikişînin. Carinan em difikirin, 'gelo em ji vir biçin?' Lê em di çandiniyê de israr dikin. Em li ber xwe didin. Divê em dest ji axa xwe bernedin. Ji xeynî desteka dewletê, divê em cotkar jî alternatîfekê biafirînin. Divê em cotkar bibin yek û kooperatîfekê ava bikin."    ‘DIVÊ COTKAR BIBIN YEK'   Cotkar Mûstafa Dûrmaz jî da zanîn ku ew garis, îsot, genim û zebeş datînin. Dûrmaz ev tişt gotin: "Fiyetê genim diyar e. Em bi vî pereyî nikarin heqê mazot û gubere jî bidin." Dûrmaz da zanîn ku ew ji sala 2015'an ve dixisirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber van prisgirêkan gelek ciwan ji çandiniyê sar bûne. Deynê her kesî li me ye. Pêşiya me wekî şevê ye. Ji bo başkirina rewşa cotkaran divê polîtîka bên sererastkirin. Lewma divê cotkar û gundî jî bibin yek da ku ev polîtîka bên rastkirin."    ‘POLÎTÎKAYA QIRÊJ'   Cotkar Tahsîn Dûmaz jî bilêv kir ku polîtîkayeke çandiniyê ya ku karibe pirsgirêkên cotkaran çareser bike tune ye û got ku her diçe bêtir dixisirin. Dûrmaz, wiha got: "Li vir dixwazin mirovên vê axê muhtacî xwe bikin û yên qebûl nekin jî koçber bikin. Beriya her tiştî pêdivî bi edaletê heye. Ev polîtîkayên çandiniyê ne derî siyaseta heyî ne."   Dûrmaz destnîşan kir ku divê welatî li dijî van polîtîkayên heyî yên çandiniyê rêyeke alternatîf bibînin.    MA / Ceylan Şahînlî