Li Wanê qeza çêbû: Yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn 2023-07-02 13:33:16   WAN - Mînîbûsa ber bi navçeya Westanê ve diçû ji kontrolê derket û kete Gola Wanê. Di qezayê de yek jê giran bi giştî 11 kes birîndar bûn.    Li navçeya Westan a Wanê wesayîtek ji kontrolê derket û firiya Gola Wanê. Di qezayê de yek jê giran bi giştî 11 welatî birîndar bûn. Qeza, li nêzî kampa Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) çêbû. Mînîbûsa bi plakaya 31 AJA 12 ku ji navenda Wanê ber bi navçeya Westanê ve diçû, ji kontrolê derket û kete Gola Wanê. Di qezayê de ajokar û 10 rêwî birîndar bûn. Welatiyên birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê. Ji birîndaran tedawiya 7 kesan temam bû û ji nexweşxaneyê derketin. Hat zanîn ku tedawiya yek jê giran bi giştî 4 kesan jî didome.