Bûldan: Têkoşîna me ne têkoşîna hilbijartinê ye 2023-07-02 16:11:31   WAN - Şandeya ku Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de bû bi wesîleya cejnê serdana navçeyên Elbak, Payîzava û Westanê kir û cejna xelkê pîroz kirin.    Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk li navçeyên wanê serdanên xwe yên Cejna Qurbanê îro jî berdewam kir. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî di nav de şandeya ji rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk pêk dihat serdana navçeyên Elbak, Payizava û Westanê kirin. Şandeyê cejna rêveberên partiya xwe û xelkê pîroz kir.    Bûldan di hevdîtinên li navçeyan de derbarê geşedanên di rojevê de axivî. Bûldan destnîşan kir ku têkoşîna wan bi hilbijartinan derneketiye holê û bal kişand ser têkoşîna partiya xwe ya salên dirêj û got têkoşîna wan têkoşînek bingehîn e û tevî hemû zext û zordariyan jî wê têkoşîna wan bidome.