Zarokê ketî ceyranê jiyana xwe ji dest da 2023-07-03 10:19:46     RIHA - Zarokê 3 salî Suphî Y. li navçeya Wêranşarê kete ceyranê û jiyana xwe ji dest da.    Hat diyarkirin ku zarokê 3 salî Suphî Y., li gundê Xarbetussayf ê navçeya Wêranşar a Rihayê kete ceyranê. Li gorî agahiyan, dema zarok bi panoya ceyranê dilîst kete ceyranê û dema malbat pê hesiyayî jî agahî dan tîmên tenduristiyê. Komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û zarokê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. Tevî mudaxeleyê jî zarokê birîndar jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Suphi Y. li goristana malbatê ya li Taxa Yeşîlaliçê hate definkirin.