Daxwaza girtina polîsê ku parêzer bi giranî birîndar kiribû hat redkirin 2023-07-03 11:54:36 ŞIRNEX - Di doza der barê amirê polîsan Sirri Erdogan de ku bi wesayîta xwe li parêzer Serkan Karakaş xistibû û bi giranî birîndar kiribû, daxwaza girtinê hat redkirin.    Parêzer Serkan Karakaş endamê Baroya Şirnexê ye. Amirê polîsan Sirri Erdogan, Karakaş di bin wesayîta xwe de pelçiqadibû. Ji sûcê “hewldana kuştina bi qestî” derbarê Erdogan de doz hat vekirin. Danişîna sêyemîn a dozê li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Di danişînê de Erdogan û parêzerên her du aliyan amade bûn.    Bavê bersûc Erdogan xwest bi sîlehê bikeve eywana danişînê. Ev yek bû sedema rageşiyê. Parêzerên Karakaş îtîraz kirin û li ser vê yekê sîleha wî li derve hiştin û bi vî awayî hat eywanê.    Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Dozger di mutalaya xwe de xwest li benda rapora dê ji Saziya Tiba Edlî were bê sekinandin û divê li şahid were guhdarkirin û şertê kontrola edlî ya li ser bersûc tê sepandin berdewam bike.    Bersûc Erdogan diyar kir ku îfadeyên berê daye derbasdar e û îdia kir ku bûyerê bi qestî nekiriye.    ‘RÊ LI BER BÛYERÊN CUDA VEDIKE’    Parêzerê Karakaş, Samet Ataman jî diyar kir ku ew vê mutalayê qebûl nakin û got: “Di vê dozê de darizandinek adilane nayê kirin. Em dizanin û dibînin ku di gumanek basît de mirov çawa tên binçavkirin û girtin. Lê mixabin di vê doseyê de her tişt bi awayek zelal li holê ye jî lê dîsa jî bersûc nayê girtin. Ji bo bersûc neyê girtin her tişt tê kirin. Lê ji ber ku mesele welatiyek ji Şirnexê ye, nêzîkatî jî wisa dibe. Hewl daye ku hevpîşeyê me bi qestî bikuje. Negirtina bersûc û li derve serbest gerîna wî rê li ber bûyerên din vedike. Lewma em dixwazin mutala bê redkirin û daxwaz dikin ku bersûc were girtin.”    DAXWAZA GIRTINÊ HAT REDKIRIN    Şandeya dadgehê piştî navberê daxwaza ku doza bersûc ya berê zirar daye malê xelkê û ev doz bibe yek hat redkirin. Dadgehê biryar da ku li benda rapora Saziya Tiba Edlî bê sekinandin û daxwaza girtina bersûc red kir û danişînê taloqî 4’ê cotmehê kir.