Girtî Duru: Di vê germê de em bêav tên hiştin 2023-07-03 14:37:06 ÎZMÎR - Girtiya bi navê Besîme Duru ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin, da zanîn ku ji ber ava wan hatiye qutkirin, bi gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû ne.    Girtîgeha Jinan a Şakranê gelek caran ji ber binpêkirinan di rojevê de ye. Îcar jî bi qutkirina avê kete rojevê. Ji girtiyan Besîme Duru, di 29’ê hezîranê de li ser telefonê ji dayika xwe Makbûle Duru re got ku her ku germahî zêde dibe ew jî bêhtir bêav tên hiştin. Duru, diyar kir ku nêzî hefteyeke li girtîgehê ava wan tê birîn, bi ser kapasîteya qawîşan kes tên ragirtin û fikarên wan hene ku bi pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû bimînin.    Dayika Makbûle Duru anî ziman ku gelek caran li girtîgehê binpêkirin tên kirin û ev tişt anî ziman: “Li qawîşa keça min lê dimîne ji bo 12 kesan cih heye lê niha 27 kes lê tên ragirtin. Her wiha li cem jinan zarok jî hene. Ava wan nêzî 8 saetan tê birîn Lewma bêhn ji daşir û serşokê tê. Ev rewş jî rê li ber pirsgirêkên psîkolojîk û tenduristiyê vedike.”    Duru, destnîşan kir ku di vê germê de ava girtiyan tê birîn û ev yek jî rewşa girtiyan gelek zehmettir dike. Duru, ji bo pêşwazîkirina daxwazên girtiyan banga hestiyariyê li raya giştî kir.