Piştî biryara qedexeyê li Bedlîsê operasyon hate destpêkirin 2023-07-03 14:43:12 BEDLÎS - Ji bo 10 gund û mezrayên navçeya Xîzanê biryara qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Hat zanîn ku piştî qedexeyê operasyon hatiye destpêkirin û pevçûn derketiye. Di encama serdegirtinên gundan de jî 3 welatî hatin binçavkirin.    Biryara qedexeya derketina derve ya ji bo gund û mezrayên navçeya Xizan a Bedlîsê yên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyanê didome. Biryara qedexeyê şevê din saet derdora 21.00’an hate ragihandin û hat destnîşankirin ku nediyare dê kengî were rakirin. Piştî biryara qedexeyê, li dijî gund û mezrayên navborî operasyoneke berfireh hate destpêkirin. Hat ragihandin ku li herêmên operasyon lê hatine destpêkirin car bi car pevçûn derdikevin û bi taybet jî li çoltarê Xûlapûrê pevçûneke giran heye.    BI SER MALAN DE GIRTIN    Ketin û derketina jîngehan qedexe ye û hat zanîn ku leşkeran li gundê Xûlepûrê bi ser gelek malan de girtin. Li gorî agahiyan; di encama serdegirtina malan de ji şêniyên gund Sakîn, Muzaffer û Bedrettîn Altin hatin binçavkirin. Nehat zanîn bê ka welatiyên navborî çima hatine binçavkirin. Her sê welatî jî li Fermandariya Cendirmeyan a Xîzanê tên ragirtin.