Doza Kobanê: Ev mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye! 2023-07-03 18:54:18 ENQERE - Di Doza Kobanê de girtî ji bo li hemberî mutalaaya 5367 rûpelî parastinê bikin, doza wext kirin. Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê yê berê Alp Altinors jî wiha bertek nîşanî mutlaayê da: "Ev mutalaa, mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye."    Rûniştina ewil a danişîna 26'emîn a Doza Kobanê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Piştî navberê Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlementerên Partiya Çepên Kesk, Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, rêveberên HDP û Partiya Çepên Kesk û parêzerên dozê û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê tevlî danişînê bûn. Her wiha parêzerên Navenda Mafên Mirovan a Baroya Enqereyê jî wekî çavdêrî beşdarî danişînê bûn.    Danişîn bi beyanên siyasetmedarên giştî yên ji bo mutalaayê û ewraqên daxilî nava dosyeyê hatine kirin domand. Siyasetmedar ji li hemberî mutalaaya 5367 rûpelî parastinê bikin doza wext kirin.   Di danişînê de ji siyasetmedarên girtî Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP'ê yê berê Alp Altinors bertek nîşanî mutlaayê da û got: "Li gor vê mutalaayê DAIŞ ne rêxistineke terorê ye. Di rûpela 79'an de navê rêxistinên terorê yên îslamî hatiye rêzkirin, lê navê DAIŞ tê de tune ye. Ev mutalaa, mutalaaya beraetkirina DAIŞ'ê ye. NY'yê bi xwe jî tiştên li Şengalê wekî qirkirinê bi nav dike. Lê di vir de bi hevokekê jî li ser vê qirkirinê nehatiye sekinandin."    Piştî beyanên parêzeran û siyasetmedarên girtî, heyeta dadgehê heya sibê navber da danişînê.