ROJEVA 4’Ê TÎRMEHA 2023’YAN 2023-07-04 09:00:06 * Nivîskarê kurd Ezîzê Cewo diyar kir ku hewldana Prîgojîn ne serhildan lê meşek bû û wiha got: “Heke bikariya xwe bigihanda Moskovê û pirsgirêk vegotina, dê bandorekî erênî li ser stratejiya şer bikira. Lê li hêla din jî vê hewldana Prîgojîn gelek kêmasî û lawaziyên parastinê yên Rûsyayê derxistin holê.”   * Tevî hemû êrişan jî vegera êzidiyan a ji bo Şengalê berdewam dike. Tê gotin heta niha 15 hezar kes vegeriyane Şengalê. Endamê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Dexîl Îbrahim diyar kir ku hêza êzidiyan a ji nûve avakirinê heye.   * Endamê Meclisa Şaredariya Îdirê Mûsa Etercî anî ziman ku bajar 3 meh in ji aliyê qeyûm ve bi rant û talanê tê birêvebirin û got ku qeyûm ê hemû îhaleyan dide AKP'iyan, di 3 salan de 450 milyon lîre deyn xistiye stuyê şaredariyê.    * Ji bo qewimînên di Komkujiya Madimakê de bên ragihandin, NAvenda Bîrê ya Otêla MAdimakê hat avakirin. Di çarçoveya projeyê de dê heya dawiya salê welatş karibin sûdê ji pirtûkxaneya dîjîtal, muzeya sanal, xebatên belgefîlm û devkî bigirin.    * Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin ji hêla JÎTEM’ê ve hate qetilkirin û li gel ku bi ser mirina wî re 32 sal derbas bûne jî faîl hêj nehatine dîtin. Birayê Aydin, Veysî Aydin têkildarî mijarê wiha got: “Heta ku aqilê dewletê neguhere, dosyayên Vedat Aydin û yên mîna wî jî ronî nabin.”    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 834’an de berdewam bike.    * Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bidome. (10.00)   * Doza bersûcên firarî Denîz Buyukçelebî û Îlhamî Bali ku ji Komkujiya Pirsûsê tên darizandin dê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê were lidarxistin. (10.00)   * Dê HDP û Partiya Çepên Kesk li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna hevpar a MYK’ê li dar bixin. (11.00)   * Partiya Çepên Kesk dê li Meclisê civîna koma partiyê li dar bixe. (12.45) ZINDΠ   * Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî di nav de 46 jê parêzer bi giştî doza 50 kesan dê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (13.30)   * Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Oluç dê têkildarî rojevên heyî li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)   * Rêxistinên civaka sivîl dê bi boneya 26’ê Hezîranê Roja Piştevaniya bi Kesên Tên Îşkencekirin re li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmîrê daxuyaniyê bidin. (18.30)