Navenda Bîrê ya Madimakê tê çêkirin 2023-07-04 09:03:18 ÎZMÎR - Ji bo qewimînên di Komkujiya Madimakê de bên ragihandin, Navenda Bîrê ya Otêla Madimakê hat avakirin. Di çarçoveya projeyê de dê heya dawiya salê welatş karibin sûdê ji pirtûkxaneya dîjîtal, muzeya sanal, xebatên belgefîlm û devkî bigirin.    Xebatên projeya NAvenda Bîrê ya Komkujiya Otêla Madimakê ku ji bo bîranîna kesên di 2'yê Tîrmeha 1993'yan de li Sêwazê di komkujiya Otêla Madimakê de jiyana xwe ji dest dan, didomin. Proje ji aliyê Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewropayê hatiye çêkirin û di nîsana 2022'yan de dest bi çêkirina wê hatiye kirin. Proje ji 5 beşan pêk tê. Beşa ewil Pirtûkxaneya Dîjîtal e. Prtûkxaneya dîjîtal di 10'ê hezîranê de hat vekirin û niha jî li benda vekirina Muzeya Sanal, beşên belgefîlm, belgefîlmê web û dîroka devkî ye.    Di dema xebatan de hevdîtin bi 120 şahid û xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hat kirin. Hevdîtinê hatine kirin hem dê di dîroka devkî hem jî di xebatên belgefîlmê de bên bikaranîn. Her wiha dê bi Muzeya Sanal re jî bîraînên kesên jiyana xwe ji dest dane zindî bên hiştin.    Koordînatora Navenda Bîrê ya Komkujiya Madimakê Eylem Şen û Endamê Lijneya Rêveber a Federasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê Alî Çagan behsa hûrguliyên projeyê kirin.    Koordînatora Navenda Bîrê Eylem Şenê, anî ziman ku proje ji 5 beşan pêk tê. Şenê ragihand ku ewilî di 10'ê hezîranê de Pirtûkxaneya Dijîtal hatiye vekirin û wiha got: "Di meha îlonê de jî dê Muzeya Sanal bê vekirin. Her wiha xebatên dîroka devkî û belgefîlmê jî tên kirin. Em hewl didin xebateke ku hemû qewimînan vebêje pêk bînin. Dibe ku belgefîlm di meha mijdarê de bê nîşandan. Her wiha dê heya wan çaxan belgefîlma webê jî amade be. Herî dawî jî dê Hevdîtinên Dîroka Devkî bên weşandin."    BANGAWAZÎ   Şen, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku bi navenda bîrê re hemû qewimînan xuyangtir bikin û 33 kesên hatine qetilkirin nemir bikin. Şen, diyar kir ku komkujiya Madimakê jî komkujiyeke zindî ye û got ku ji bo vê tu hevrûbûyînek çênebûye. Şen, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ger hevrûbûn çêbûna, dê Roboskî û Pirsûs rû nedana. Hevrûbûyîna bi van qewimînan re û afirandina bîra civakê barê me hemûyan e. Em dikarin vê navendî bi hemû pêkhateyên civakîr e temam bikin. Ger têkildarî komkujiya Madimakê û kesên li vir jiyana xwe ji dest dane li ber destê we belge, agahî, dîmen hebin hûn bi navend abîrê re parve bikin dê baş be. Tenê em dikarin bi vî awayî bihêz bibin û bîra civakî biafirînin."    Endamê Lijneya Rêveber a Federasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê Alî Çagan jî ragihand ku ew şahidê zindî yê komkujiyê ye. Çagan, destnîşan kir ku 30 sal derbas bûne lê hê jî ne êşa wan tebitiye ne jî lêgerîna wan a ji bo edaletê bi dawî bûye û wiha domand: "Ez di 2'yê tîrmeha 1993'yan de di hundirê Otêla Madimakê de bûm. Li Swêdê gava em ji mirovan re behsa vê komkujiyê dikin, bawer nakin, dibêjinq ey beşeke fîlman e. Em bûn şahidê bûyereke ku mirov wê fêm nakin. Lewma hê jî dilê me dişewite û êşa me bargiran e. Em dixwazin bi vê xebatê re heya 500 sla şûn de jî rê li ber serdestan bigirin ku hew karibin mirovan ji ber bîr û abweriyên wan qetil bikin."    DIVÊ BIGIHÊ NIFŞÊN BÊ   Çagan anî ziman ku êdî şahidên zindî jî jiyana xwe ji dest didin û got ku tiştên ew bûne şahidê wan jî bi wan re diçin. Çagan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wiha difikirin ku divê ew qewimîn bigihên nifşên bê jî. Divê behsa van mirovên me bihata kirin. Kesên li wir hatin qteilkirin tenê ne 33 mirov in. Ez yeqîn dikim dê hezkirin li vê axê şîn bê. Em ê bi hev re hesab ji hemûyan bipirsin."    MA / Tolga Guney