Li Fransayê bîlançoya 8 rojan hat eşkerekirin 2023-07-04 10:31:56 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fransayê bûyerên ku piştî kuştina zarokekî 17 salî ya bi destê polîsan dest pê kir, di roja 8'emîn de dewam kirin.   Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Fransayê di şeva 8'emîn de li gelemperiya Fransayê 72 kes hatin binçavkirin. Li gorî şevek berê ku 157 kes hatibûn binçavkirin, îşev kêmtir bû.   Hate ragihandin ku doh bi şev 159 wesayit hatin şewitandin, 24 avahî hatin şewitandin an jî xesar li wan hatiye kirin.   6 HEZAR WESAYIT, 1100 AVAHÎ HATIN ŞEWITANDIN   Li gorî bîlançoya giştî ya Wezareta Karên Navxweyî;   12 hezar konteynerên sergo hatin şewitandin   Nêzî 6 hezar wesayit hatin îmhakirin   Zêdeyî 1100 avahî xesar dîtin an jî hatin hilweşandin.   NÊZÎ 4 HEZAR KES HATIN BINÇAVKIRIN   Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Fransayê 3 hezar 915 kes hatin binçavkirin, ji van 1244 kes zarok bûn. Her wiha 374 kes jî derxistin pêşberî dadgeriyê.   Her wiha hate ragihandin ku zêdeyî 200 kargeh bi temamî hatin talankirin, 300 şaxên bankayan hatin îmhakirin.