Rojnamevan Kadîr Bayram hat binçavkirin 2023-07-04 10:35:36   AMED - Rojnamevan Kadîr Bayram li Amedê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin.    Polîsan li Amedê vê sibehê avêt ser mala rojnamevan Kadîr Bayram. Polîsan piştî lêgerîna li malê Bayram kirin binçavan û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Sedema binçavkirina Bayram nehat zanîn.