Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê Çat wefat kir 2023-07-04 11:26:23 MÊRSÎN - Mehmet Çat ku hem şahid û hem jî mexdûrê sepanên îşkenceyên dermirovî yên Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bû, wefat kir.    Mehmet Çat ku piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an hatibû girtin û li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê dihat ragirtin, li girtîgehê rastî sepanên herî hovane hat. Çat, ji ber nexweşiya xwe ya dil li nexweşxaneyeke Mêrsînê dihat tedawîkirin û wefat kir.    Çat, di 67 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da û di sala 1980’an de hatibû girtin. Li dadgeha leşkerî bi cezayê muebbetê hate darizandin. Çat, hem mexdûr û hem jî şahidê sepanên îşkenceyên dermirovî yên Esat Oktay Yildiran bû û di sala 1995’ê de hate berdan. Çat, li girtîgehê bi gelek nexweşiyan ket û teşhîsa penceşêra pişikê hatibû kirin. Gelek nexweşiyên Çat hebû û herî dawî jî ji dilê xwe emeliyat bû. Ji ber ku dilê wî zeîf bû, li Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê dihat tedawîkirin û li wir jiyana xwe ji dest da.    Çat, dê li Goristana Karaduvar a Mêrsînê bê definkirin.