Tirkiye û Misir dê piştî 10 salan balyozan li welatên hev tayîn bikin 2023-07-04 11:47:19   ENQERE - Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ragihand ku têkiliyên dîplomatîk ên di navbera Misir û Tirkiyeyê de derketine wê astê ku li welatên hev balyozan tayîn bikin.    Bi pêşxistina têkiliyên di navbera Tirkiye û Misirê re piştî 10 salan her du welatan balyoz tayînî welatên hev kirin. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got: “Tirkiye û Komara Ereb a Misirê ragihandin ku têliyên dîplomatîk ên di navbera her du welatan de derketine wê astê ku balyoz bên tayînkirin. Tirkiyeyê Salih Mutlu Şen ji bo Qahîreyê û Misirê jî Amr Elhamamy weke namzetê balyozxaneya Enqereyê nîşan dabû.”