Akin: Dev ji polîtîkaya tecrîdê berdin 2023-07-04 12:52:11 ENQERE - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û wiha got: “Heke hûn bixwazin rewşeke wekhev û azadîxwaz ava bikin, divê hûn ji ewil vê polîtîkaya xwe ya tecrîdê bi dawî bikin.”          Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di civîna koma Meclisê ya heftane de axivî. Akin, di serî de bal kişand ser Komkujiya Madimakê û diyar kir ku li Tirkiyeyê yek ji komkujiyên herî giran e û wiha got: “Bi Komkujiya Madimakê re rastiyek derket holê. Ev rastî nayê veşartin û ber demborînê jî nakeve.”   DÎROKA KOMKUJIYAN   Akin, anî ziman ku dîroka Tirkiyeyê dîroka komkujiyan e û wiha domand: “Heke hesaba Sêwasê bihata pirsîn dê komkujiyên Mereş û Çorumê pêk nehatina. Dê yên Taxa Gaziyê, Roboskê, Pirsûs, 10’ê Cotmehê û Sûrê nehatine kirin. Şêx Seîd û 47 rêhevalên wî 98 sal ber hatin bidarvekirin û hêj jî cihê gorên wan nayên zanîn. Ev şermeke mezin a Tirkiyeyê ye. Divê bi dîroka xwe re hevrû bibin. Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin jî 32 sal berê ji hêla JÎTEM’ê ve hate qetilkirin. Em hemû rêhevalên xwe yên hatine qetilkirin û hemû dostên xwe yên canê xwe feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin.”    ‘PIRSGIRÊKA ME BI VÊ PERGALÊ RE HEYE’   Di berdewamê de Akin wiha got: “Li gel komkujiyan, her wiha dîroka îşkence, zilm û xizantiyê ye. Ev tiştekî ji ber xwe ve çêbûyî nîne. Lewma pirsgirêka me bi vê pergalê re heye. Em ê bibin dengê jin, kedkar, ciwan û hemû mexdûrên vê pergalê. Em ê bi hev re têbikoşin.    ME PÊVAJOYA XWEREXNEKIRINÊ DA DESTPÊKIRIN   Piştî hevdîtinên me yên bi rêxistinên me re; ji bo têkoşîneke birûmet û xurt me bi bi gel, rêheval û saziyên xwe dest bi xebatan kirin. Ji bo mezinkirina piştevaniyê, xurtkirina rêveberiyên herêmî û hwd. banga me ji bo hemû dostên me ew e ku bi peywira xwe rabin.    TECRÎD LI TIRKIYEYÊ BELAV BÛ    Li vî welatî tecrîd, bêyî ku guh bidin hiqûqa navxweyî û navneteweyî tê bicihanîn. Nerazîbûna li dijî tecrîdê, ji bo rûmeta mirovahiyê pir girîng e. Li vî welatî tecrîd, sûc e. Merdan Yanardag tiştekî din derxist holê ku ew jî ev e; birêz Ocalan ji pêvajoya aştiyê heta niha di bin mercên giran ên tecrîdeke derhiqûqî de ye. Ev tecrîd niha li temamiya Tirkiyeyê belav bûye. Veguheriye modêlekî. Pêvajoya guftûgoyê bi saya keda mezin a birêz Ocalan dest pê kir. Di vê pêvajoyê de aramî û daxwaza pêkvejiyanê hebû. Hêviya gelan geş bûbû. Lê serdestan bi destê AKP’ê ev pêvajo bi dawî kirin. Bi bidawîbûna vê pêvajoyê re li Tirkiyeyê pêvajoya darbeyan dest pê kir. Heke polîtîkaya tecrîdê neyê domandin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd daxwazek hebe û heke pêvajoyeke ku muzakere û têkoşîn bi hev re tê domandin bimeşe, dê li krîzên piralî yên Tirkiyeyê jî çareser bibin. Yek ji sedema herî girîng a van krîzên piralî jî polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Lewma em bang li îktîdarê dikin ku dev ji van polîtîkayan berde.    NÎQAŞA LI SER DESTÛRA BINGEHÎN   Destûra Bingehîn, peymanekî civakî ye. Ev jî tenê heke hemû kes bi awayekî wekhev û demokratîk tev li amadekirina wê bibin dikare were pêşxistin. Lê li Tirkiyeyeke ku tu gotinên demokratîk nayên kirin û her kesê diaxive tên girtin de mimkin nîne destûreke bingehîn a berfireh were amadekirin. Ji ewil bila li gorî hiqûqa xwe ya heyî tevbigerin û îşkenceyê nekin. Nexwe îktîdar dixwaze rejîma dîktayê ava bike û rejîma qesrê xurttir bike.    HETA DEMOKRASÎ NEBE DESTÛRA BINGEHÎN NABE    Hewl didin bi Doza Kobanê siyasetmedarên HDP’î bidarizînin lê ew bi xwe tên darizandin. Hevalên me bi sekna xwe ya birûmet û ji hêla hiqûqî ve nîşan dan ku Doza Kobanê vala ye. Êdî derketiye holê ku AKP hewl dide HDP’ê bigire û doz ji bo wê hatiye vekirin. Di vê dozê de diyar bû ku îktîdara vî welatî daraz, hiqûq û erkên siyasî weke çoyekî bi kar tîne. Em jî dibêjin heke hûn bixwazin destûreke bingehîn a demokratîk amade bikin, wê demê dev ji van sepanên xwe berdin. Ji ewilî bêhiqûqtiyan ji holê rakin û piştre werin û em rû bi rû biaxivin. Em careke dibêjin, heta rewşekî demokratîk li vî welatî nebe tu kes nikare destûreke bingehîn amade bike.    HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ   Di sala 2024’ê de hilbijartinên rêveberiyên herêmî hene. Ev hilbijartin ji bo me gelek girîng e. Ji bo bidawîkirina siyaseta qeyûm, em ê bi temamiya hêza xwe bixebitin. Em ê ji niha ve bixebitin û encamekî baş bi dest bixin. Em ê di hilbijartinan bi van bidin windakirin û teqez bi ser kevin. Em ê siyaseta xwe nûjen bikin, binirxînin û nexşerêya xwe diyar bikin. Em ê li gel hemû hêzên demokrasiyê û kedê re têkoşîneke xurt bimeşînin.”   Akin, herî dawî jî bang li jin, ciwan, kedkaran kir ku tev li xebatan bibin û têkoşînê mezintir bikin.