'Divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike' 2023-07-04 20:17:09 ÎZMÎR - Rêxistinên civaka sivîl û hiqûqnas bi boneya Roja Piştevaniya bi Kesên Tên Îşkencekirin re, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku dawî li îşkenceyê bê û CPT hemû raporên xwe eşkere bike.    Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê, Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Şaxa Îzmîrê, Komeleya Înîsyatîfa Mafan, Komeleya Pira Gelan, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê, Komeleya Palûte, Dostanî û Piştevaniyê, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Odeya Bijîşkan a Îzmîrê, Platforma Şaxên Îzmîrê yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi boneya "26'ê Hezîranê Roja Piştevaniya bi Kesên Tên ÎŞkencekirin re" li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Mirovahî xwedî li rûmeta xwe derdikeve" hat vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevlî daxuyaniyê bûn.    Li ser navê saziyan Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Coşkûn Ustercî metna daxuyaniyê xwend. Ustercî diyar kir ku ev roj li dijî pêkanînên li hemberî mirovahiyê hatiye îlankirin û got: "Beriya her tiştîd ivê dewlet îşeknceyê wekî amûreke tepisandinê bi kar neynin û sûcên di vî warî de bi awayekî çalak bên lêpirsînkirin û têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidome."   Ustercî destnîşan kir ku Tirkiye divêtiyên peymanên li dijî îşkenceyê pêk nayne û got ku di sala 2022'yan de ji ehr wextî bêtir ji ber îşkenceyê serî li TÎHV'ê hatiye dayîn.    Ustercî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li welêt û got: "Berprisiyariya pêşîgirtina li îşkenceyê ya dewletan e. Lewma divê beriya her tiştî dewlet dest ji îşeknceya ku wekî amûreke tepisandinê bi kar tîne berde, sûcdarên îşeknceyê bi awayekî çalak têkevin ber lêpirsînan û têkoşîna li dijî bêcezatiyê bidome."    Ustercî tiştên divê li dijî îşkenceyê bên kirin bi rêzkirin. Ustercî bilêv kir ku divê dawî li polîtîkaya bêcezatiyê bê, divê demên binçavkirinê bên kurtkirin, duvê Komîsyona Çavdêriyê ya Polîs û Eskeran bibe komîsyoneke bêalî û serbixwe, divê belgekirin û raporkirina îşkenceyê li gor rêgezên Protokola Stenbolê bên çêkirin, divê îdiayên der baêr îşeknceyê de bi lez û bez bên lêpirsînkirin û ji aliyê şandeyên serbixwe ve bên lêkolînkirin û di hemû kêliyên wê de pîvanên hiqûqê esas bên girtin, divê girtîge li ber rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê yên serbixwe vekirî bin û divê CPT hemû raporên xwe eşkere bike û li gor pêşniyazan tevbigere.