Parêzerên Abdullah Ocalan beraet kirin 2023-07-04 21:04:46 STENBOL – Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî di nav de 8 parêzer di doza ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" dihatin darizandin de, beraet kirin.    Ji ber hevdîtinên wan ên di navbera 12'ê Îlon û 28'ê Mijdara 2007'an de yên li Îmraliyê, li parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzertiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dikin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" doz hatibû vekirin. Danişîna 10'emîn a dozê li Girtîgeha Cezayê Giran a 33'yan a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Ji parêzerên tên darizandin Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmût Taşçi, Mehmet Selîm Okçûoglû û Rezan Sarica di danişînê de amade bûn. Ji parêzerên tên darizandin Sûat Eren jî ji ber ku ne li Stenbolê bû bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dnaişînê bû. Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî û gelek endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) jî tevlî danişînê bûn.    Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştî tespîtkirina nasnameyan parêzer axivî.    'LI GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ HIQÛQ TUNE YE'   Di Danişînê de parêzeran pêşî li hemberî beyanên şahidan parastina xwe kirin. Ewilî Parêzer Baran Dogan axivî. Dogan got: "Li vî welatî meseleyeke kurd heye. Û em ji bo çareserkirina vê meseleyê têdikoşin. Lewma ev lîsteya hatiye çêkirin bêtemsîliyet e. Hevdîtinên min ên bi hevpîşeyên min re, têkildarî pîşeya min in. Ez îdiaya ku ev hevdîtin, hevdîtinên rêxistinî ne red dikim. 17 sal in ez gumanbar im. Min di sala 2016'an d eji bo vekirina dozê daxwazname da. Ji bo bidawîbûna vê dozê min û hevpîşeyên xwe biryarek girt."   Dogan, ji bo çûna xwe ya Îmraliyê jî ev tişt gotin: "Piştî wan hevdîtinan, min nûçeyên der barê hevdîtinê de dîtin. Niha tê meraqkirin ku em çawa çûne Girava Îmraliyê. Ê ku destûrê dide dozgerî ye û kes nikare pênûsekî jî bibe wir. Muhakemeya ceza ji bo gumanbariyê tê vekirin. Dibe ku guman li wan çêbûbûn, lê ger tiştekî ji gumanbariyê wêdetir tune be divê doz neyê vekirin. Li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq tune ye. Hevdîtinên li Girtîgeha Îmraliyê tên tomarkirin. Tê gotin ku qeydên hevdîtinan di rojnameyan de hatine belavkirin. Ez îdiaya ku ev hevdîtineke rêxistinî ye red dikim. Hûn dipirsin, tu ji bo çi parêzertiyê dikî. Em ji ber temînatên parêzertiyê çûn. Ez di çaçroveya xebatên pîşeya xwe de çûm. Ne haya min ji rêxistinê, ne jî ya rêxistinê ji min heye."    ASTENGKIRINA HEVDÎTIN BI MALBATÊ Û PARÊZERAN RE   Parêzer Sûat Eren jî diyar kir ku ew mutalaaya dozgeriyê qbeûl nake û got ku ew hemû hevdîtinên bi rêya telefonê qebûl dike, lê tiştên pê tê tawanbarkirin qbeûl nake û ger hiqûq bê pêkanîn dê beraet bike.    Parêzer Mahmût Taşçi jî di berdewama parastina xwe de wiha pirsî: "Gelo qey tê xwestin parêzerên birêz Ocalan bi vê dozê bên tirsandin?" Taşçi wiha domand: "Em ji zû de ye tu xeberê ji Îmraliyê nagirin. Gelo hinceta vê dozê qey li hemberî parêzerên dixwazin xeberê jê bigirin hatiye vekirin? Tiştên li Îmraliyê diqewimin, cihê wan di tu hiqûqa navneteweyî de tune ye. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re kêfî ye."    Parêzer Înan Akmeşe jî destnîşan kir ku ew tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nake û beyanên şahidên veşarî red kirin.    Parêzer Rezan Sarica jî got: "Me berê li hemberî van îdiayan parastina xwe kiribû. Lê niha mutalaayek li ber me ye. Ev doz, ji serî de dozeke neheq e. Ez wiha difikirim ku sedema vê dozê tenê ji ber pêwendîdanînê ye." Parêzer Cengîz Yurek lî jî bibîr xist ku jixwe meqama îdiayê doza beraetê kiriye û got: "Ez jî doza beraeta xwe dikim."    BERAET KIRIN   Piştî parastina parêzeran, serokê dadgehê, 45 deqe navber da danişînê. Piştî navberê serokê dadgehê biryara xwe eşkere kir û bi hinceta ku "gumaneke têr û tijî tune ye" der barê her 8 kesan de biryara beraetê da.