ROJEVA 5’Ê TÎRMEHA 2023’YAN 2023-07-05 09:00:00 * Zana Farqînî diyar kir ku zextên sîstematîk ên li hemberî kurdî didomin û got ku ziman xizîneyek e, tu çi qas dereng bimînî tu yê ew qas tiştan winda bikî û îşaret bi xwedîderketina li ziman kir.    * Parka di qada berpirsiyariyê ya Şaredariya Tûşbayê ya AKP'î de ye û li qeraxa Gola Wanê ye, ji ber bêxwedîtiyê veguheriye sergoyê.    * Li Hewagê ji ber polîtîkayên ku dilê ciwanan ji çandiniyê sar dike, niha kesên çandiniyê dikin temenê wan li dor 55 salan e. Serokê Odeya Çandiniyê ya Hewagê yê berê Fûat Almas diyar kir ku ji bo domdariya jiyana li navçeyê û domdariya çandiniyê, divê ciwan bên teşwîqkirin.    * Dîrektorê ÎHR'yê Amiry-Moghaddam diyar kir ku li Îranê bidarvekirina mirovan zêde bûye û got ku ev jî di dema protestoyan tê kirin.    * Kordînatorê Ma Muzîkê û Perwerdekarê Zarok Ma’yê Şêrko Kanîwar têkildarî salvegera 2’yemîn a Zarok Ma’yê axivî û got: “Di cîhanê de mînaka formata vê perwerdehiyê nîne û hûn jî zarokên xwe binîn Zarok Ma’yê ku li ser hîmê kurdî mezin bibin.”   * Girtiyê nexweş Selman Esmer li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Afyonkarahîsarê tê ragirtin û bi hinceta qerta Newrozê ku jê re hatibû şandin û piştî rêveberiya girtîgehê xwendî radestî wî kiribû, 10 meh ceza hate birîn.    * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 835’an de didome.    * Duyemîn danişîna doza 9 nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) û JINNEWS’ê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye vekirin dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (09.30)   * 7’emîn danişîna doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî dê li 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin. (10.00)    * Platforma Şaxên KESK’a Amedê dê têkildarî daneyên enflasyonê yên TUÎK’ê li pêşiya TUÎK’ê daxuyaniyê bide. (12.30)   * Danişîna doza Necat Sevînç ku hevjîna xwe Makbûle Sevînç qetil kiribû dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mûşê bê lidarxistin. (13.30)   * Serokwekîlê Koma Partiya Çepên Kesk Sarûhan Oluç dê têkildarî rojevên heyî li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixe. (14.00)