Piştî 31 salan ji girtîgehê derket 2023-07-05 23:59:51 AMED – Mesût Çelebî ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Rîze ya Tîpa E'yê derket, got: "Piştî 31 salan li welatê xwe bi awayekî fîzîkî azad im û bi gelê xwe û malbata xwe re me. Ji bo me tenê qada berxwedanê guherî."    Mesût Çelebî, piştî 31 salan ji Girtîgeha Rîze ya Tîpa E'yê derket. Çelebî di 12'ê Hezîrana 1992'yan de li Wanê hat binçavkirin û paşê ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Çelebî ku di nava lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, li Wan, Mûş, Erzirom, Yozgat, Amed û Rîzeyê di girtîgehê de maye.   Çelebî piştî ji girtîgehê derket, îro hat bajarê xwe Amedê. Çelebî li ber mala xwe ya li navçeya Rezanê ji aliyê ferdên malbatê û xizmên xwe ve bi tilîliyan hat pêşwazîkirin. Çelebî li vir axivî û got: "Piştî 31 salan li welatê xwe bi awayekî fîzîkî azad im û bi gelê xwe û malbata xwe re me. Ji bo me tenê qada berxwedanê guherî."