Projeya tekstîlê ya bi 10 milyon TL'yî hat çêkirin girtî ye 2023-07-06 09:01:46 ŞIRNEX - Li Silopiyayê "Projeya Tekstîlkentê" ku 2 sal berê dest bi çêkirina wê hat kirin û nêzî 10 milyon TL lê hat xerckirin, girtî ye. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, di sala 2020'an de li nêzî Deriyê Sînor ê Xabûrê bi protokolekê dest bi çêkirina "Projeya Tekstîlkentê" hatibû kirin. Protokol di 7'ê kanûna 2020'î de hatibû îmzekirin. Waliyê Şirnexê yê wê demê Alî Hamza Pehlîvan, Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr û Cîgirê Walî Tûnhan Efendîoglû, Cîgirê Walî Farûk Dogrû, Qeymeqamê Cizîrê Davût SÎnanoglû, Qeymeqamê Silopiyayê Sînan Kazim Kûrûca, Sekreterê Giştî yê DÎKA'yê Ahmet Alanli, Serokê ODeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Şirnexê Osman Gelîş û Midûra Îdareya Taybet a Bajêr Selma Ozçinar tev li merasîma îmzekirinê bûbûn. Piştî merasîma îmzeya bi çend mehan, di 26'ê hezîrana 2021'ê de dest bi çêkirina projeyê hatibû kirin.   Şîrketa Ayfayê bi 10 milyon û 500 hezar TL'yî îhaleya projeyê wergirtibû. Şîrket bi şertê ku dê di 270 rojî de projeyê biqedîne protokol îmze kiribû lê nêzî 3 sal derbas bûne hê jî ev proje ji amûreke propagandaya wêdetir bi kêrî tiştekî nayê û berpêşî xizmetê nehatiye kirin. Tekstîlkenta ku avahiyên wê hatine çêkirin bêxwedî hatiye hiştin.