Banga ji bo danişîna doza rojnamevanan 2023-07-06 09:16:15 AMED - Danişîna 15 rojnamevanên girtî, piştî 13 mehan dê di 11'ê tîrmehê de bê lidarxistin. DFG û MKGP'ê wiha gotin; "Divê em rojnamevaniyê biparêzin" û ji bo beşdariya li dnaişînê bang kirin.  Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve, di 8'ê hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Ji kesên binçavkirî Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Unur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn di 16'ê hezîrana 2022'yan de hatin girtin.    Paşê dosyeya Safiye Alagaşê ji ya dozê hatibû veqetandin û Alagaş di 15'ê hezîrana 2023'yan de hatibû berdan.    Danişîna ewil a doza 15 jê girtî 20 rojnamevanan dê piştî 10 mehan di 11'ê tîrmehê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê lidarxistin.    Rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), ji bo beşdariya li danişîna hevpîşeyên xwe bang kirin.    'HÛN ÇIMA NÛÇEYAN ÇÊDIKIN?'   Sekreterê Giştî yê DFG'ê Cûma Daş, bibîr xist rojnameger zêdetirî salekê girtî ne û wiha got: "Em li derve, bi rêya çapemeniyê, li ber kamerayan, li avahiyên komeleyên xwe û avahiyên rojnamegeran vê dibêjin; ev hevalên me çima girtî ne? Herî dawî me di îdianameyê de dît. Hevalên me ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin. Hevdîtinên wan ên bi çavakniyên nûçeyan re, bernameyên wan ên televîzyonan, nûçeyên wan, pirsên wan, mijarên wan hemû karên rojnamevaniyê ne. Hûn nikarin ji bijîşkekî re bibêjin 'hûn çima emeliyatê dikin?' Lewam hûn nikarin ji rojnamevanekî re jî bibêjin 'hûn çima nûçeyan çêdikin?' Xulaseya îdianameyê ev e; hûn çima nûçeyan çêdikin?"   ‘ÇAPEMENIYA AZAD QET DEST JÊ BERNEDA'   Daş destnîşan kir ku rojnamevan dê bi zextan dest ji heqîqetê bernedin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev veguheriye dirûşmeyekê. Çapemeniya Azad bi gelek zextan re rû bi rû ma, lê qet dest jê berneda. Em baş dizanin her 16 hevalên me jî ji ber sedemên siyasî girtî ne."    BANGA JI BO DANIŞÎNÊ   Daş bang li saziyên rojnamevaniyê kir ku tev li danişîna rojnamevanan bibin.    Endama Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûkê jî anî ziman ku desthilat jî bi "çoyê darazê" Çapemeniya Azad hedef digire û dixwaze rastî di tariyê de bimînin. Koçûkê anî ziman ku desthilat dixwaze rojnamevanên didin dû rastiyê biçewisîne û ev tişt anî ziman: "Helbet ev paralelî pêvajoyên siyasî ne. Hilbijartinên serokkomariyê û yên giştî çêbûn. Beriya van hilbijartin, pêdivî bi operasyoneke tepisandina jin, ciwan, zarok û rojnamevanên ku dibin dengê muxalafetê dîtin û gava ewil a vê yekê jî 8'ê hezîranê bû. Girtina 16 rojnamevanan, gaveke ji wan gavan e ku desthilat dixwaze hebûna xwe bidomîne."    NEGIHÎŞT ARMANCA XWE   Koçûkê destnîşan kir ku bi êrişên li ser Çapemeniya Azad tenê ne rojnamevanî civak jî hedef tê girtin û got ku lê desthilat bi van kirinan negihîştiye armanca xwe.    ‘DIVÊ EM ROJNAMEVANIYÊ BIPARÊZIN'   Koçûkê ji bo danişîna rojnamevanan wiha bang kir: "Yê ku rojnamevaniyê xelas bike dê rojnamevanî û rastî be. Lewma em bang li hemû hevpîşeyên xwe dikin ku di 11'ê tîrmehê de bên ber Edliyeya Amedê. Divê em wê rojê bi hev re li ber Edliyeya Amedê rojnamevaniyê biparêzin."    MA / Eylem Akdag