Qedexeya li Xîzanê didome: Ajalên me birçî ne û derûniya zarokên me xera bû 2023-07-06 14:09:29   BEDLÎS - Qedexeya derketina kolanan a li navçeya Xîzanê di roja 4’an de didome. Şêniyekî gundê wan hatiye qedexekirin got ku nikarin ji malên xwe derkevin, sewalên wan birçî ne û ji ber bombebaranê derûniya zarokên wan xera bûye.   Di şeva 2’yê tîrmehê de ji bo 10 gund û mezrayên girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê biryara qedexeya derketina derve hate ragihandin. Qedexe, di roja 4’an de didome. Çoltarên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyanê ku hatine qedexekirin, bênavber tên bombebarankirin. Di heman demê de bi tevlibûna gelek leşker û cerdevanan jî operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û didome. Hat zanîn ku operasyon bi taybet jî li mezrayên gundên qedexekirî yên Kûç, Harêt, Azê, Sêlih û Kewna Nêzirê tê meşandin. Bi hinceta qedexe û operasyonan, destûr nayê dayîn ku welatî ji malên xwe derkevin. Hat zanîn ku hinek welatî nexweş bûne lê destûr nayê dayîn ku biçin nexweşxaneyê.    GUNDÎ NIKARIN PÊDIVIYÊN XWE PÊŞWAZÎ BIKIN   Welatiyekî ji gundê hatiye qedexekirin, têkildarî mijarê axivî. Welatî got ku ji ber “ewlehiyê” naxwaze navê xwe bide û ev agahî parve kir: “Di du rojên ewil de nehiştin em ji malên xwe jî derkevin. Ji duh ve jî tenê em dikarin çendek metreyan ji dûrî malê biçin. Tu pêdiviyên me nayên pêşwazîkirin. Ji ber bombebaran, derûniya zarokên me xera bû. Sedema vê operasyon û serdegirtinê ew e ku xelkê herêmê bi darê zorê bikin cerdevan. Nexweşên giran jî hebin destûrê nadin ji gund derkevin.”    NIKARIN GIHAYÊ XWE BIDÛRIN    Şêniyê gund bi domdarî got ku her sal heman tiştî dijîn û wiha pê de çû: “Ev herêm her sal tê qedexekirin. Lewma roj bi roj xelkê ajalên xwe firotin û çûn. Ji ber ku em ji ber van qedexeyan nikarin ajalan xwedî bikin. Gihayê me yê li nav zeviyan niha hişk bû lewma nikarin bidûrin. Bi roja ye di vê germê de ajalên me di govan de ne. Em dixwazin ev qedexe di zûtirin demê de bên rakirin. Du roj berê ji bo genimê xwe bidûrin me serlêdan kir lê qebûl nekirin. Heke ev rewş çend rojên din jî bidome, êdî milet nikare pariyekî nan jî peyda bike. Dibe ku ajalên me ji germa û birçînan bimirin.”    OLAN: BAXÇE TÊN TEXRÎBKIRIN    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Bedlîsê Huseyîn Olan jî da zanîn ku ji bo gundî pêdiviyên sewalên xwe bi cih bînin, tenê nîv saet destûr jê re tê dayîn û wiha domand: “Bi roja ye ev mirov li vir hatine hefsîkirin. Niha makîneyên mezin dibin nav bax û bostanan û rê vedikin. Baxçeyan texrîb dikin. Ev operasyon di dema çandin û çinînê de ê kirin û xelk nikare biçe nav zeviyên xwe. Zirarekî mezin dibînin. Me îro biryarek da û yan dê biçin qadê yan jî dê ji bo bidawîkirina vê rewşê bi rayedaran re hevdîtinan bikin.”    ‘DIXWAZIN TIRSÊ BELAV BIKIN’   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Bedlîsê Semra Çaglar jî got ku bi taybet jî li gundên Akûnis û Xûlepûrê pirsgirêkên cidî hene û ev tişt anî ziman: “Pevçûnên li vê herêmê hêj didomin. Em ê îro biryareke hevpar bigirin û hewce bike dê biçin wê derê. Divê ev qedexe tavilê bên rakirin. Armanca esasî ya van qedexeyan, belavkirina tirsê ye.”