Taksîvanan li Wanê kontak girtin 2023-07-06 14:26:25   WAN - Li Wanê 600 taksîvanên qeydkirî ji bo protestokirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya di bin rêveberiya qeyûm de ku şertên wan ên xebatê giran dike, kontak girtin.    Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, her sal “Qerta Xebatê ya Zer” dide taksîvanan. Ji bo ku vê qertê bide, îsal ji taksîvanan xwest ku raporeke tenduristiyê ya ku îmzeya 11 baijîşkan li ser e bînin. Vê yekê jî rê li ber nerazîbûnan vekir. Gelek taksîvanên ji ber qelebalixiya li nexweşxaneyan nikarin raporê wergirin, nekarîn bixebitin. Li bajar bi giştî 600 taksîvanên qeydkirî hene û taksîvanan ji bo proestokirina sepana keyfî ya şaredariyê kontak girtin.    Taksîvanên li Parka Newrozê ya li quntarê Keleha Wanê hatin ba hev, diyar kirin ku dê taksîvanên korsan ên ji Îranê anîn û didin xebitandin qebûl nekin. Bi destpêkirina çalakiyê re gelek polîs li qadê hatin bicihkirin. Taksîvanan ji rayedaran dixwazin ku pirsgirêkên wan bên çareserkirin.