Li sîteya kafiroşan a Wanê 500 ton ka şewitî ye 2023-07-06 14:38:11   WAN - Dikandarên Sîteya Kayê û Êm a Wanê diyar kirin ku ji 50 milyonî zêdetir zirara wan bûye û ji ber tîma agirkujiyê dereng mudaxile kiriye, xesar zêde bûye.    Duh bi şev agir bi Sîteya Êm û Kayê ya Wanê ya li navçeya Rêya Armûşê ket. Agir heta serê sibehê dewam kir û paşê hat vemirandin. Serê sibehê xesara ku qewimî ye bi awayek eşkere hat dîtin. 7 dikan û kamyonetek şewitîn û dest bi tespîta xesarê hat kirin.   500 TON KA ŞEWITÎ YE    Dikandarên Kooperatîfê diyar kirin ku li sîteyê 500 ton ka şewitî ye û 50 milyon lîre xesara dikandarna bûye. Dikandaran da zanîn ku 7 dikan şewitîne û nayên bikaranîn. Dikandar dibêjin ku tê gotin şewat ji ber xeta ceyranê derketiye û heta ku tîmên agirkujiyê hatine cihê bûyerê, agir gur bûye û xesar zêde bûye. Dikandaran anî ziman ku heke zû mudaxile bihata kirin dê xesar ewqas nebûya û bang lirayedaran kirin ku xesara dikandaran tespît bikin û heqê vê xesarê bidin.