Serdana şîna Kulter û Dayan hat kirin 2023-07-06 20:09:39   ŞIRNEX – Bi awayekî girseyî serdana şîna Mizgîn Kulter û Salih Dayan ên HPG'î hat kirin.   Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe di Dergûla Şareistaniyan de Windakirin re (MEBYA-DER) a Şaxa Şirnexê, serdana şînên HGP'iyên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hat kirin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez jî di nav de şandeya ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa dayikên Aştiyê serdana şînan kirin.    Şande ewilî li navenda Şirnexê çû şîna Mizgîn Guler (Dilbirîn Cûdî) a HPG'î ya di meha Adarê de li Herêma Kurdistana Federe jiyana xwe ji dest da. Paşê şande bi awayekî girseyî çû Bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê, serdana şîna Salih Dayan (Berxwedan Gabar) ê di 23'yê Hezîranê de li Herêma Zapê jiyana xwe ji dest da.