Li Girtîgeha Sîncanê înfaza girtiyan tê şewitandin 2023-07-07 09:02:30 ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di 2 salên dawî de berdana 14 jinan hatiye astengkirin. Herî dawî berdana girtî Necla Yildizê bi hinceta biryara Lijneya Çavdêrî û Îdareyê 3 mehan hate taloqkirin.  Li Girtîgehan bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana girtiyên ku înfaza cezayên xwe temam kirine tên astengkirin. Necla Yildiz ku di sala 2019'an de li Stenbolê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û niha di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de ye û diviyabû di 3'yê sibatê de bihata berdan, bi biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê berdana wê 3 mehan hat taloqkirin. Ji cotmeha 2021'ê heya niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê berdana 14 girtiyan bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê hatine astengkirin.    Lijneyê ji bo Yildizê got "...nehatiye mulaqatê, tevli bernameyê başkirinê nebûye, nikare li gor pîvanên jiyanê û hiqûqê hereket bike, helwesta wê ya rêxistinî didome, ne amade ue ku bi civakê re bibe yek, dibe ku car din sûc bike..." û berdana wê 3 mehan taloq kir.    Lijne dê di 14'ê cotmehê de car din bicive û rewşa Yildizê binirxîne.    Ji 14'ê cotmeha 2021'ê heya niha li Girtîgeha Jinan a Sîncanê înfaza van girtiyan hatiye şewitandin: Jiyan Taş, Hanim Yildirim, Rojda Erez, Berîn Sari, Dîlan Oynaş, Sedef Demîr, Sabîte Ekîncî, Zeynep Bîngol, Mukaddes Kubîlay, Rozerîn Kurt, Ozlem Demîr, Şermîn, Necla Yildiz, Nedîme Yaklan.   MA / Dîcle Muftuoglû