Di lêpirsîna qetilkirina Temel de kesekî din jî hate girtin 2023-07-07 09:50:44   ŞIRNEX - Di çarçoveya lêpirsîna derheqê qetilkirina Temer Temel de kesekê din jî hate girtin.    Di 7’ê gulanê de li gundê Setkar ê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê li dijî welatiyê bi navê Temer Temel de êriş hate kirin û li pêşiya mala xwe hate qetilkirin. Têkildarî qetilkirina Temel lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de, kesê bi navê H.T. di 27’ê hezîranê de li Wanê hate binçavkirin. H.T.  ji ber sedema “Kuştina bi qesdî” hatibû girtin. Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome û duh jî birayê H.T. yê bi navê Î.T. li Wanê hatibû binçavkirin.    Î.T. ji bo îfadeyê li Elkê hatibû veguhestin. Piştî îfadeyê li Qereqola Cendirmeyan a Elkê jî sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgeriyê jî Î.T. bi sedema “Kuştina biqesdî” sewqî dadgehê kir. Dadgeha Cezayên Sulhê ya Elkê jî biryara girtinê da û Î.T. şande girtîgehê.