Der barê xwendekarê ji ber Newrozê ji wargehê hat avêtin biryara binpêkirina maf hat dayîn 2023-07-07 10:46:13   ENQERE - AYM’ê der barê Bedran Alî Ertugrul de ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûye û ji wargehê hatiye avêtin biryara binpêkirina maf û razandina tazmînatê da.    Bedran Alî Ertugrul xwendekarê Zanîngeha Osmangazî ya Eskîşehîrê ye. Li Kampûsa Zanîngeha Anadolûyê ya Eskîşehîrê pîrozbahiya Newrozê hatiye lidarxistin û ew jî beşdarî pîrozbahiyê bûye. Bi boneya beşdariya Ertugrul a pîrozbahiyê der barê wî de lêpirsîna dîsiplînê tê birêvebirin û ji ber vê lêpirsînê ji Saziya Kredî û Wargehan (KYK) bi awayek bêdem tê derxistin. Ertugrul têkildarî vê neheqiya lê hatiye kirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daye. AYM’ê serlêdana xwendekar nirxandiye û di biryara xwe de destnîşan kiriye ku mafê Ertugrul hatiye binpêkirin.    Di biryarê de hat diyarkirin ku mafê civîn û meşeên xwepêşandanê ku ji aliyê Dadgeha Desûra Bingehîn ve hatiye mîsogerkirin hatiye binpêkirin. AYM’ê biryar da ku darizandin ji nû ve bê kirin û 18 hezar lîre tazmînata manevî û 10 hezar û 194 lîre lêçûyîna darizandinê ji Ertugrul re bê razandin.