Qedexeya derketina derve ya li Xîzanê hate rakirin 2023-07-07 13:54:43   BEDLÎS - Qedexeya derketina kolanan a li navçeya Xîzanê piştî 5 rojan hate rakirin.    Artêşa tirk di 2’yê tîrmehê de li çoltarên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyanê ya navçeya Xîzan a Bedlîsê qedexeya derketina kolanan ragihandibû. Qedexe, piştî 5 rojan hate rakirin.    Walîtiya Bedlîsê têkildarî qedexeyê wiha got: “Qedexeya derketina kolanan a di 2’yê tîrmeha 2023’yan roja yekşemê saet di 21.00’ê de hatibû destpêkirin, di 6’ê tîrmeha 2023’yan roja pêncşemê saet di 21.00’an de hate rakirin.”