Li Îdirê bûyerên penceşêrê ji sedî sed zêde bûn lê bijîşk tune ne! 2023-07-07 14:17:58     ENQERE -  Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Yilmaz Hun da zanîn ku di nava 10 salan de li Îdîrê bûyerên penceşêrê ji sedî 100 zêde bûne lê ne beşa onkolojiyê û ne jî bijîşkê wê heye.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Îdirê Yilmaz Hun têkildarî pirsgirêkên tenduristiyê yên bajar li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Hun, da zanîn ku bûyerên penceşêrê yên li bajar di nava 10 salan de ji sedî sed zêde bûne lê li bajar ne beşa onkolojiyê û ne jî bijîşk tune ne.    BAJARÊ HEWAYÊ WE HERÎ ZÊDE QIRÊJΠ   Hun, got ku mafê tedawiyê yê xelkê Îdirê tê xespkirin û wiha domand: “Lewma jî xelkê bajar koçî bajarên din dike. Li gorî rapora Şîrketa Teknolojiya Qelîteya Hewayî ya navenda wê Swêd, li Tirkiyeyê bajarê herî zêde hewayê wê qirêjî Îdir e. Li gorî daneyên TUÎK’ê jî hejmara kesên li Îdirê ji ber tumorên baş û xerab jiyana xwe ji dest didin ji sedî 18,6 e. Sedema hewayê qirêjî jî bikaranîna komira nebaş û bikaranîna beton a li her deverê. Bajar li deştê hatiya avakirin û ev jî bandoreke neyînî li ser tevahiya ekolojiyê dike. Her wiha qadên şînkatiyê hatin tunekirin û qadên çandiniyê bo îmarê hatin vekirin. HES a li ser Çemê Arasê hatiye avakirin jî ji bo jiyana hemû zindiyan û ekolojiyê xetereyeke mezin e. Santrala Metsamor a li Ermenistanê 29 km’an dûrî bajarê me ye û yek ji sedemên zêdebûna bûyerên penceşêrê jî ev e.”    'BIJÎŞK TUNE NE’   Hun, axaftina xwe wiha qedand: “Li Tirkiyeyê bajarê herî zêde penceşêra pişikê lê heyî, Îdir e. Tevî vê yekê jî pisporên nexweşiyên sing li vir nînin. Tenê carekê ji bo mehekê bijîşk şandine. Ev nêzikatiya wan a bêperwa, bandoreke giran li ser tenduristiya gelê me dike. Her wiha li bajar servîsa cerrahiya mejî jî tune ye. Hejmara pisporên welidîna jinan û zarokan jî pir kêm e. Nifûsa bajar bi ser 200 hezarî ye lê tenê pisporeka welidînê û du pisporên zarokan hene. Lewma her roj herî kêm 150 welatî ji neçarî diçin Erziromê. Ji ber ku bijîşkên branşê û xebatkarên tenduristiyê kêm in, pergala tenduristiyê ya li bajar xitimî ye. Di mijara tenduristiyê de di navbera welatî û herêman de cihêkarî tê kirin.”