Gelek sewqiyat ber bi sînorê Çelê ve hate kirin 2023-07-07 15:12:28 COLEMÊRG - Ji navçeya Çelê ya li ser sînorê Herêma Federe ya Kurdistanê ber bi baregehên leşkerî û qereqolan ve sewqiyateke mezin a leşker û teçhîzatên leşkerî hate kirin.    Ji 17’ê nîsana 2022’yan heta niha dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê êrişan dike. Liv û tevgera ser sînor zêde bû. Di nava çendek rojên dawî de li navçeya Çelê ya Colemêrgê ku li ser sînor e, liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye. Di heman demê de ji navçeyên Gever, Şemzînan û Rûbarokê jî her roj ber bi sînor ve sewqiyat tê kirin. Di demên dawî de ji qereqolên li Wanê ber bi sînorê Çelê ve gelek leşker hatin veguhestin.    Hat zanîn ku leşker li baregehên leşkerî yên gundê Serê Sevê, Ertuş û Bilêcanê hatine bicihkirin. Di heman demê de bi TIR, kamyon û wesayîtên veguhestinê jî gelek teçhîzatên leşkerî birin herêmê. Li hêla din, hatin zanîn ku ji bo cerdevanan nivîsa “operasyonê” hatiye şandin. Tê gotin ku dewleta tirk ji bo êrişeke nû van amadekariyan dike.