‘Em ê li dijî şer her bêjin aştî’ 2023-07-07 15:43:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevsrokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di Nobeda Aştiyê ya ÎHD’ê de axivî û bal kişand ser pirsgirêka kurd û got: “8 sal in şerekî bênavber didome. Her çiqas îktidar bêje şer jî em ê bêjin aştî.”    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) her îna ewil a mehê Nobeda Edaletê li dar dixe. Şaxên ÎHD’ê îro jî nobedê dewam kirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiya nobedê bûn.    Şaxên ÎHD’ê yên Enqere û Amedê li avahiyên xwe Nobeda Aştiyê pêk anîn.    ENQERE   Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di çalakiya li Enqereyê de axivî û destnîşan kir ku ji bo çareserkirya bi awayek demokratîk a pirsgirêka kurd demek dirêje têdikoşin û dê her têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Beriya ku aştî were vî welatî, divê li hêviya demokratîkbûna vî welatî neyê sekinandin. Her kes behsa krîza aborî dike. Ev bi şer ve girêdayî ne. Heke di şert û mercên şer de polîtîkaya rantê bişopînin dê krîza aborî kûrtir bibe. Dema ku hûn şer dikin, hûnê bi krîzên dijwartir re rûbirû bimînin. Heke em li dijî îşkenceyê û ji bo azadiya ramanê têbikoşin, em ê ji bo mafên aborî jî têbikoşin. Lê van hemûyan daxwaza aştiyê derxist holê. Hûn bi kê re şer bikin, hûn ê bi wî re aştiyê bikin. 8 sal in şer û pevçûn bênavber didomin. Her çiqas hikûmet vê pêvajoyê bi polîtîkayên çewisandinê bimeşîne û bêje şer jî em ê bibêjin aştî.”    AMED    Li Amedê jî reêveber û endamên ÎHD’ê li avahiya xwe nobedê girtin. Rêvebera ÎHD’a Amedê parêzer Jiyan Kaya daxuyaniyê xwend û bi bîr xist ku ev Nobeda Aştiyê ya 9’emîn e li dar dixin û çi dibe bila bibe aştî mecbûriyetek e. Ormanli anî ziman ku divê aştiyê were avakirin û aştiya civakî pêk were û dawî li şer were û pirsgirêka kurd jî bi awayek demokratîk bê çareserkirin.