'Projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Lozanê derkeve' 2023-07-07 21:15:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Di rûniştinên dawin ên Komxebata Lozanê de, hat destnîşankirin ku mirov bi projeya neteweya demokratîk dikare ji heqê Peymana Lozanê derkeve û wiha hat gotin: “Çeka me ya nû, neteweya demokratîk e.” Rûniştina 6'emîn a komaxebata navneteweyî ya “Lozan: Rastkirin û çareserkirina pirsgirêkên aramî û ewlehiya herêmî" bi dawî bû. Rûniştina 6'an a bi sernavê "Derketina ji heqê Lozanê û çareseriya herî guncav" ji aliyê endamê Koordînasyona Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêra Qasim ve hat birêvebirin. Beşdaran, îşaret bi giringiya projeya neteweya demokratîk û modela Rêveberiya Xweser kir.   Mijara yekemîn a rûniştinê, "Neteweya demokratîk wek nimûne ji bo çareserkirina doza Kurd û pêkvejiyana aştiyane û demokratîk a bi gelên din re” bû. Rêvebera Navenda Dîplomasiya Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrşan Hesen, li ser vê mijarê semînerek da.   Nûrşan Hesen, bal bir ser bingehên teorîk, felsefîk û exlaqî yên ku neteweya demokratîk digire nava xwe û anî ziman ku ne kurd tenê, di heman demê de tevahî gelên vê herêmê bûne qurbanên Peymana Lozanê.   Nûrşan Hesen, got: "Neteweya demokratîk, alternatîfa netewe-dewletê û şovenîzmê ye. Tê destnîşankirin ku tu di tu dewletan de demokrasî nîn e. Rêber Abdullah Ocalan dibêje, dewlet di cewherê xwe de çewisandina demokrasiyê ye û avakirina tiştan li ser hesabê azadiya gelan digire nava xwe. Li Rojhilata Navîn dewlet bûne amûra dorpêçkirina civakan û derxistina şeran."   Nûrşa Hesen anî ziman ku projeya neteweya demokratîk ji aloziyên li Rojhilata Navîn çareseriya herî guncav e.   Cîgirê hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid, mijara duyemîn a rûniştinê bi rê ve bir. El Ebid, sedemên damezirandina Rêveberiya Xweser, cudahiya di navbera Rêveberiyê Xweser û nimûneyên rêveberiyên din de, destkeftiyên ku Rêvebiriya Xweser di warê pêkvejiyana aştiyana gel, ol û zimanan de, hevserokatî pêk aniye, şîrove kirin.   Hemdan El Ebid, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pênase kir û got: "Rêveberiya Xweser ji aliyê komeke hêz û partî û saziyên civakî ve hat avakirin. Armanca rêveberiyê ew e ku zemîneke hevgirtina civakî û aborî were avakirin, ewlehî were mîsogerkirin, civak ji nû ve were avakirin û birêxistin û vegera ewle ya koçberan were mîsogerkirin, her wiha beşdarbûneke çalak a tevahî pêkhateyan di pêvajoya siyasî de were pêkanîn."