Palmiyeyên qeyûma Cizîrê hişk bûn 2023-07-08 09:01:58 ŞIRNEX - Li Cizîrê palmiyeyên ku qeyûm ew li parkan danîn û 637 hezar TL ji bo wan xerc kir, hişk bûn.    Darên palmiye yên ji aliyê Şaredariya Cizîrê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, li parkan hatin danîn hişk bûn. Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Cizîrê, di 7'ê kanûna 2022'yan de ji bo çandina palmiyeyan 637 hezar TL da fîrmaya Cesûrê. Palmiyeyên hatin stendin û hatin danîn, ji ber bêxwedîtiyê hişk bûn. Di nîsan û hezîrana 2023'yan de li Baxçeyê Gel ê li Taxa Konakê, du caran palmiye hatin danîn. Her wiha li parka li mezrika Newala Îsaaxayê jî hatin danîn. Hat dîtin ku darên li van deran hatine danîn hişk bûne.