Leşkeran ava gundê Hespistê birî 2023-07-08 11:15:14 ŞIRNEX - Leşkeran vê serê sibehê avêt ser gundê Hespistê yê bi ser navçeya Hezexê û ava xelkê gund qut kirin.  Li gundê Hespistê yê bi ser navçeya Hezexê ya Şirnexê ve ku her demsala havînê ava wan a vexwarinê tê birîn vê serê sibehê ji aliyê leşkeran ve hat qutkirin. Leşkeran serê sibehê avêt ser gund. Leşkeran ava ku 4 seatan didan gundiyan jî birîn. Gundiyan ragihand ku leşkeran ji wan re gotiye, “Heke ku we dengê xwe bidaya AKP’ê ev tişt nedihatin serê we.”    Gundiyên ku xwe gihandin ajansa me diyar kirin ku ava wan li ser wan hatiye birîn û banga hestiyariyê kirin. Gundiyan da zanîn ku leşker ji gund neçûne û hê disekinin.