ÎHD’a Îzmîrê li faîlên Îkram Mihyaz pirsî 2023-07-08 14:52:50   ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê xwest ku demobriya li ser dosyeya Serokê Rûmetê yê Tum Bel-Senê yê Îzmîrê Îkram Mihyaz ê di sala 1994’an de hat qetilkirin bê rakirin.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ku ji du hefteyan carekî çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar dixe, vê hefteyê jî berdewam kir. Rêveberên ÎHD, malbata Mihyaz, nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên “Winda wîjdan in xwedî li wan derkeve” û “Faîl diyar in winda li ku ne?” hatin hildan. Vê hefteyê li kujerên Serokê Rûmetê yê Sendîkaya Xizmetên Hemû Şaredariyan û Rêveberiyê (Tum Bel-Sen) ê Şaxa Îzmîrê Îkram Mihyaz ku di 5’ê tîrmeha 1994’an de hat revandin û qetilkirin, hat pirsîn.    Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli daxuyanî xwend û anî ziman ku li gel 29 sal derbas bûne jî hê jî kujerên Îkram Mihyaz nehatine dîtin û dosyeya wî ji ber demboriya 20 salan hatiye girtin.    Canli bal kişand ser binçavkirin û qetilkirina Mihyaz û xwest demobriya li ser dosyeya wî bê rakirin û kujer û faîl bên darizandin.    Piştî daxuyaniyê ji bo aqûbeta windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.