Cara duyemîn daxwaza rojnamevanê girtî Ertaş hat redkirin 2023-07-08 15:56:01   AMED - Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş ku girtî ye dixwaze derbasî odeya rojnamevanê girtî Azîz Orûç ku li heman girtîhê ne bibe. Lê tevî biryara Dadgeriya Înfazê jî Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîhê cara duyemîn daxwaza Ertaş red kir.    Rojnamevan Mehmet Alî Ertaş ê Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê ji 16’ê hezîrana 2022’yan ve li Girtîgeha Amedê  ya Ewlehiya Bilind a Jimara 1’an girtî ye. Ertaş di 2’yê hezîranê de xwest derbasî odeya rojnamevanê girtî Azîz Orûç ku li heman girtîgehê ne bibe. Ertaş ji bo vê yekê serî li Desteya Îdare û ÇavdêriyÂe ya girtîgehê xist. Desteyê serlêdana Ertaş red kir.    DADGERIYÊ DAXWAZÊ MAFDAR DÎT    Li ser vê yekê Ertaş di 16’ê hezîranê de serî li Dadgeriya Înfazê ya Amedê da. Dadgeriyê di 19’ê hezîranê de biryar da û daxwaza Ertaş mafdar dît û xwest serlêdana Ertaş bê qebûlkirin.    CARA DUYEMÎN RED KIR    Ertaş li ser vê yekê biryara dadgeriyê pêşkêşî Desteya Îdare û Çavdêriyê kir û xwest daxwaza wî ya çûna cem Orûç bê qebûlkirin. Du roj berê Desteya Îdare û Çavdêriyê cara duyemîn daxwaza Ertaş red kir. Desteyê tevî biryara dadgeriyê jî ev daxwaza Ertaş red kir.